ʹSerhildana gelên azad li dijî komployê qêrîna guhartin û redkirina zulmê yeʹ

Xelkê kantonên Dêrazorê û Tebqayê diyar kir ku li dijî komployên azadiya gelan hedef digirin pêwîstî bi hevgirtin û bilindkirina têkoşînê heye û got, ʹSerhildana gelên azad li dijî komployê qêrîna guhartin û redkirina zulmê yeʹ.

6 cotmeh, 2024   17:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya nêzbûna salvegera 26ʹê a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li kantonên Dêrazorê û Tebqayê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

TEBQA

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantona Tebqa bi sernavê ʹKomploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalanʹ li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê panelek li dar xist.

Di panelê de nûnerên ji desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, Meclisa Jinan a Zenûbiya, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê û endamên Rêxistinên Civaka Demokratîk beşdar bûn.

Di panelê de endamê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê Ehmed Şaban li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan, berxwedan û girîngiya fikir û felsefeya wî di çareserkirina dozên asê de, belavkirina aştî, edalet, çanda jiyana hevbeş û biratiya gelan axivî.

Her wiha hevseroka Meclisa Edaletê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Berekat komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, armanc û çawaniya binketina wê şîrove kir.

DÊRAZOR

Hêzên Parastina Civakî (HPC) li bajarê Kesrat ê gundewarê rojavayê Dêrazorê bi sernavê ʹKomploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalanʹ li hola Meclisa Herêma Rojava semînerek da.

Di semînerê de endamên meclisê, nûnerên ji Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya, endamên HPCʹê, Partiya Sûriya Pêşerojê û xelkê herêmê beşdar bûn.

Di semînerê de rêveberê HPCʹê yê Kesra Hisên El Silêman li ser komployê axivî û got armanca wê binketina projeya neteweya demokratîk e.

KOMBÛNA JINAN A ZENÛBIYA

Di vê çarçoveyê de Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li hola Komeleya Perwerdê ya Sosê ya rojhilatê gundewarê Dêrazorê panelek li dar xist. Endama meclisê Sefa El Ehmed axivî û got: "Armancên komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî êdî di siyasetên li qada navneteweyî pêk tên aşkera dibin. Van siyasetan di navbera gelan de fitne û parçebûn derxistin û çêkir. Pêwîst e em bizanin ku ev hêz li ser gurkirina aloziyan û derxistina fitneyan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe dixebitin."

Sefa ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga yekitiyê û bilindkirina têkoşînê kir û got: "Serhildana gelên azad li dijî komployê qêrîna guhartin û redkirina zulmê ye."

(fr)

 ANHA