ʹDivê têkoşîna me erşa desthilatê bihejîneʹ

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtin û civînên xwe ji kesên bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine dewam dike. Beşdarên civînê got, "Divê têkoşîna me erşa desthilatê bihejîne."

 ʹDivê têkoşîna me erşa desthilatê bihejîneʹ
 ʹDivê têkoşîna me erşa desthilatê bihejîneʹ
 ʹDivê têkoşîna me erşa desthilatê bihejîneʹ
 ʹDivê têkoşîna me erşa desthilatê bihejîneʹ
 ʹDivê têkoşîna me erşa desthilatê bihejîneʹ
 ʹDivê têkoşîna me erşa desthilatê bihejîneʹ
 ʹDivê têkoşîna me erşa desthilatê bihejîneʹ
 ʹDivê têkoşîna me erşa desthilatê bihejîneʹ
18 îlon, 2024   20:51
QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî"  ji kesên ku Rêber Abdullah Ocalan dîtine, li Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo civînek organîze kir.

Di civînê de li ser çawaniya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin.

Di civînê de endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Ehmed li ser pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê axivî û got: "We dît ku 2 hezar û 500 parêzer di asta cîhanê de gotin ew amade ne parastina Rêber Apo bikin. Divê em jî bi xurtî tev li vê pêngavê bibin."

Ehmed wiha domand: "Ev pêngav heta em bigihînin armancên xwe wê dewam bik. Em çiqas çalakiyên xwe xurt û berfireh bikin, em ê ewqas zûtir pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê bişikînin."

`RÊBERTÎ JI BO ME VÎN, EŞQ Û JIYAN E`

Piştre beşdarên civînê nêrînên xwe anîn ser ziman û gotin: ”Dîtina me ya Rêber Apo weke xewn û xeyalekê bû. Dema ku me Rêber Abdullah Ocalan dît me hêviyeke cûdatir hîs kir. Em bi saya Rêber Apo gihiştine vê astê. Ne ji Rêber Apo bûya, dibe ku Kurd û Kurdistan tune bûya. Rêber Apo ji bo me vîn, eşq û jiyan e. Tiştê ku ji me tê xwestin çiqas em çalakiyan bikin, lê têrê nake, divê têkoşîna me erşa desthilatdariyê bihejîne heta ku em Rêberê tevahî mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bikin.”

(sş)

ANHA