Di pêla nû ya teqînên li Lubnanê de 9 kes hatin kuştin
Di pêla nû ya teqînên alavên bêtêl de 9 kes hatin kuştin û zêdetirî 300 kes birîndar bûn.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di pêla nû ya teqînên alavên bêtêl ên li Lubnanê de 9 kes hatin kuştin û zêdetirî 300 kes birîndar bûn.
Reutersê ku xwe dispêre çavkaniyekî ewlehî diyar kir ku alavên peywendiyê yên Hizbullah bi kar tînin li başûrê Lubnanê hatin teqandin. Her wiha destnîşan kir ku alavên peywendiyê yên îro li Lubnanê hatine teqandin alavên bêtêl in ku ji alavên pagersê ku duh hatine teqandin cudatir in.
Ajansa Neteweyî ya Lubnanê ji ragihandina fermî re daxuyand ku îro teqînên wek ên duh li Bîqa, başûr û rojhilatê Lubnanê pêk hatin.
(fr)