‘Bi rêya naskirina parêznameyan em ê rastiyê nas bikin û azadiyê bi dest bixin’

Xwînerên pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ên ku tev li komên xwendinê yên li bajarê Amûdê bûne, diyar kirin ku ev pirtûk rêya azadiyê û rastiyê ne.

‘Bi rêya naskirina parêznameyan em ê rastiyê nas bikin û azadiyê bi dest bixin’
‘Bi rêya naskirina parêznameyan em ê rastiyê nas bikin û azadiyê bi dest bixin’
‘Bi rêya naskirina parêznameyan em ê rastiyê nas bikin û azadiyê bi dest bixin’
‘Bi rêya naskirina parêznameyan em ê rastiyê nas bikin û azadiyê bi dest bixin’
‘Bi rêya naskirina parêznameyan em ê rastiyê nas bikin û azadiyê bi dest bixin’
‘Bi rêya naskirina parêznameyan em ê rastiyê nas bikin û azadiyê bi dest bixin’
‘Bi rêya naskirina parêznameyan em ê rastiyê nas bikin û azadiyê bi dest bixin’
‘Bi rêya naskirina parêznameyan em ê rastiyê nas bikin û azadiyê bi dest bixin’
‘Bi rêya naskirina parêznameyan em ê rastiyê nas bikin û azadiyê bi dest bixin’
19 îlon 2024   03:10
QAMIŞLO

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya komên xwendinê, berhem û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin. Li ser wê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan ji 2024`an ve dest bi xebatên komên xwendinê kiriye. Her şemî xwîner kom dibin û pirtûka "Sosyolojiya Azadiyê" dixwînin.

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk a bajarê Amûdê Selah Şêxmûs behsa girîngiya xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ji bo naskirina felsefeya neteweya demokratîk û naskirina azadî û rastiyê kir.

Şêxmûs avakirina komên xwendinê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi erênî nirxand û got: "Rêber Abdullah Ocalan bi rêya parêznameyên xwe rêya azadiyê nîşanî me kir. Bersiva gelek pirsên me di hundirê wan pirtûkan de hene."

Şêxmûs teqezî bi berdewamkirina van çalakiyan kir û wiha domand: "Divê ev xebat di çarçoveya pêngavê de nemîne û çalakiyên wisa berdewam bibin."

Mamoste Mîhrîcan Silêman jî got: "Rêber Abdullah Ocalan gelek mijar ji destpêka mirovahiyê û heta aloziyên îro nirxandine. Bi xwendina van pirtûkan, me rêwîtiya lêgerîna rastiyê dest pê kir û me wê di parêznameyan de dît. Em ê hewl bidin bixin pratîkê."

Li gorî Mîhrîcanê, sedema aloziyan ferd bi xwe ye ku li rastiyê nagere û xwe bi pêş naxe, bi vî awayî bandor li civakê tevde dike û wiha pê de çû: "Ji ber wê, xwendina parêznameyan girîng e. Da ku em praktîkirina modela neteweya demokratîk xurttir bikin."

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Arşek Beravî jî got: "Bi rêya xwendina parêznameyan em dikarin jiyanê û pirsgirêkên ku di pratîkkirina projeya Rêveberiya Xweser de derdikevin, sererast bikin."

Beravî wiha domand: "Divê em şaristaniyê li gorî modeleke nîştimanî ya demokratîk û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ava bikin û bigihêjin şaristaniyeke demokratîk."

(şx)

ANHA