Zubeyîr Aydar: Çareseriya PKK'ê ji bo Rojhilata Navîn pêwîstiyek e

Zubeyîr Aydar destnîşan ku têkoşîneke ku rizgariya Rêber Abdullah Ocalan a ji dîlgirtinê pêşbîn nake, dê bi ser nekeve û got "Projeya PKK'ê ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn pêwîstiyek e. Ji bo vê jî divê em ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê geştir bikin.”

Zubeyîr Aydar: Çareseriya PKK'ê ji bo Rojhilata Navîn pêwîstiyek e
27 mijdar, 2024   06:30
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar bi wesîleya salvegera 46’an a PKK'ê, ji ANHA’yê re axivî.

Di ser avabûna PKK'ê re 46 sal derbas bûn. Dema em ji avabûna wê heta îro lê dinêrin, tabloyeke çawa derdikeve holê?

46 salên girîng derbas bûn. Di dîroka Kurdistanê de cudahiyek dikare di navbera beriya PKK'ê û piştî PKK'ê de bê kirin. 46 sal berê ji aliyê komeke pir biçûk ve hat avakirin, bi têkoşîna xwe mezin bû û li tevahiya Kurdistanê, li her dera Kurd lê dijîn û li tevahiya cîhanê belav bû. Rêxistinek, partiyek e ku bi kedeke mezin mohra xwe li dîroka Kurdistanê xistiye. Lewma ne hêsan e ku mirov bibêje 46 sal, bi têkoşînên mezin tijî ye û divê ev were dîtin. Anku em behsa 46 salên wisa dikin ku ne hêsan e werin ravekirin, destaneke 46 salî ye ku pirtûka wê bi temamî nehatiye nivîsandin û fîlma wê jî nehatiye kişandin.

Wateya PKK’ê ji bo Kurdan û gelên Kurdistanê çi ye, cudahiya wê çi ye?

Beriya avabûna PKK'ê jî rêxistin, kom, têkoşîn, şer û pevçûn hebûn, lê belê yekem car birêxistinbûyîneke ku tevahiya Kurdistanê bihewîne, bi PKK'ê re çêbû. Beriya PKK'ê, yanî di 200 salên dawî yên têkoşîna rizgariya neteweyî de, rêxistina tu carî sînorên herêmî derbas nekirin. PDK ên herî pêşketî bûn lê ew jî rêxistinên parçeyan bûn. Li bernameyên wan binêrin; bi parçeyekî ve sînordar in. Lewma jî hemû serhildan herêmî bûn an jî bi parçeyekî ve sînordar bûn. Lê PKK'ê ev hemû derbas kirin, tevahiya Kurdistanê bi rêxistin kir, ji bo Kurdistanê proje danîn û hemû Kurd di bin sîwanekê de civandin. Ev cudahiyeke gelekî girîng e, rewşeke bi bandor e; berdêl û kedeke mezin dixwaze. Kurdistan û PKK bûye yek. Ya ku Kurdistan herî zêde li cîhanê, di raya giştî û her alî de nasandiye PKK ye û kiriye ku rêz ji têkoşîna wê re bê girtin. PKK'ê nasnameyeke mezin afirand. Beriya PKK'ê nasnameya kurdî kirin nasnameyeke sedema şermê. Lê niha rewşeke wisa hatiye afirandin ku bi serbilindî dibêje 'Ez xwedî vê nasnameyê me'. Ev jî bi têkoşîna PKK'ê re derket holê.

Vîna Kurdan di qada navneteweyî de jî tê dîtin û nîqaşkirin. Divê em rola PKK'ê ya di naskirin, rojevkirin û nîqaşkirina nasname, ziman, çand û dîroka Kurdan de çawa binirxînin?

Rola PKK'ê ya di vê yekê de ku Kurd li cîhanê xuya bibin, gelekî diyarker e. Berê Kurd li cîhanê nedihatin naskirin. Pir kêm kesan bi Kurdan dizanî, lê raya giştî Kurd nas nedikirin, an jî yên ew nas dikirin jî bi neyînî dizanî. Ji ber ku danasîna dijminên Kurdan hebû. Ji ber komkujiyên ku berê dewleta Tirk li Kurdistanê kirin û bûn sedem ku gelên Ermen, Suryan û Asûr li çar aliyên cîhanê belav bibin û ew komkujî jî rast nehatin nirxandin; Kurd wek hevparên wan qirkirin û komkujiyan nîşan didan. Vê propagandayê jî Kurd bi rengekî neyînî nîşan didan.

Paradîgmaya ku PKK'ê danî û têkoşîna wê, li çar aliyên cîhanê deng veda. Berxwedana lehengî ya PKK'ê û hêzên nêzî PKK'ê ya li dijî êrişên çeteyên DAIŞ'ê û komên selefî yên radîkal û rola pêşeng a jinên Kurd a di wê de, li cîhanê gelekî derkete pêş. Heke îro li derve îmajeke erênî hebe, bi piranî berhema têkoşîna PKK'ê ye. PKK'ê bi paradîgmaya xwe Kurdistan li cîhanê bêhtir da nasandin. Ew bi piranî berhema damezirînerê PKK'ê Serok Apo ne. Yê ku paradîgma, rêxistina jin, ciwan û gel ava kir, Serok Apo ye. PKK niha li cîhanê cihê dilkêşiyê ye. Mirovên ji Latîn Amerîkayê, Awistralyayê, Asyaya Dûr, Ewropa, Afrîka û tevahiya cîhanê bi vê paradîgmayê re eleqedar dibin û tev lê dibin. Bi saya vê paradîgmayê têkoşîna PKK'ê bi rengekî erênî enternasyonalîze bûye. Ev yek ji nirxekî herî hêja ye ku PKK'ê afirandiye. Di dîroka Kurdistanê de gelekî girîng e û destpêkek e.

Şerê li Rojhilata Navîn berfireh dibe û pê re jî tê îdiakirin ku dê nexşeyan biguherînin. Çareseriya PKK'ê ji bo van pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çi ye û dikare bi roleke çawa rabe?

Çareseriya PKK'ê ne tenê bi tevahiya Kurdistanê re sînordar e, di heman demê de çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn jî pêşkêş dike. Li gel xwe, em ji bo gelên cîranên me û pê re dijîn jî çareseriyê pêşkêş dikin. Ev gelekî girîng e. Yanî ne rewşeke wisa ye ku 'Ez vê ji bo xwe dikim û yên din bila bişewitin'. PKK ev demeke dirêj e lê difikire ka divê li Rojhilata Navîn çi bibe. Yê ku herî zêde li ser vê difikire jî Serok Apo ye. Beriya niha nirxandinên divê em di çarçoveya hewzeya Dîcle-Firatê de li hev bicivin, li Rojhilata Navîn yekitiyekê ava bikin an jî li Rojhilata Navîn sîstemeke konfederal a demokratîk biafirînin û herêma xwe bi pêş bixin, hebûn. Niha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn diqewime. Li herêma me hem di warê olî hem jî di warê etnîk de bûyerên mezin hene. PKK li hember vê xwedî konfederaliya demokratîk, neteweya demokratîk e. Pêla netewperest ku hev napejirîne, bi biryareke wekî 'ev hemû ya min e, mafê kesekî din nîn e' nakokiyan çêdike lê PKK bêyî ku kesî ji welatê wan veqetîne, hem bawerî û hem jî komên etnîk bi neteweya demokratîk dawetî jiyana pêkve dike.

Li herêma me şerekî mezin heye û şer berbelav dibe. Pêşî li Filistînê û piştre jî li Sûriye, Iraq, Yemen, Lubnan û Îranê belav bû. Her wiha îhtîmala berfirehtirbûnê heye. Çareserî ne ev e. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, anku sed sal e li Filistînê têkoşîn û pevçûneke mezin heye. Lê dîsa jî tu çareserî nehatiye dîtin. Çareserî ne bi nakokiyan, di çarçoveya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk de dikare bê dîtin. Lewma jî di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dibe ku sînor biguherin û nexşeyên biguherin. Çareseriya PKK'ê jiyana demokratîk a gelan a bi hev re ye. Her kes dê hurmetê nîşanî vîna hev bide, dema ku aliyek aliyê din nebîne, pevçûn derdikeve. Pêşniyara çareseriyê ya ku herî zêde di vê pêvajoyê de pêwîstî pê heye, pêşniyara çareseriyê ya PKK'ê ye.

Bi taybet jî dewleta Tirk li dijî vê pêşniyara çareseriyê ye. Bi Tirkiyeyê re çareseriyeke çawa dikare pêk were?

Beşa bingehîn a vê yekê bi piranî Bakurê Kurdistanê û Tirkiye ye. Lê dewleta Tirk xwedî helwesta hişk a sedsalî ye. Bi hewldana afirandina netewedewletê ya xwedî yek ziman, yek milet, yek baweriyê re nakokî hene. Dema dewleta Tirk ava bû, beriya wê jî hebû û piştî wê jî dewam kir, yanî gelên din tunehesibandin û yên li ber xwe didin jî tunekirin. Rûm, Ermen, Asûr-Suryan hatin tunekirin, gelên din jî hatin helandin, lê Kurd li dijî vê li ber xwe didin û dixwazin wan jî tune bikin. Aşkera ye ku ev hewldan çareseriyê bi xwe re nayne. Lewma dîsa nîqaş têne kirin; bê ka çi bibe û çi nebe. Çareseriya ku ew di civînan de diyar dikin, ne çareserî ye, bûyeran zêdetir mezin dike. Şîreta me ji wan re ev e; di şerê 40 salî de hûn bi ser neketin, we nekarî tisfiye bikin; werin em rûnin, rêbazên cuda yên vî karî hene, hûn hurmetê nîşanî îradeya kesên din bidin û yên din jî bila hurmetê nîşanî vîna we bidin. Divê em li cihekî, di rêyeke hevpar de bên cem hev. Pêşniyara me ev e, pêwîstî pê nîn e ku were alozkirin, Tirkiye nikare ji vê qezenc bike. Yan dê Tirkiye di vê pêvajoyê de biçûk bibe û xakê ji dest bide, yan jî dê di vê pêvajoyê de bi Kurdan re li hev bike û mezin bibe.

Di demên dawî de hin daxuyaniyên AKP/MHP'ê yên ji bo jihevqutkirin an jî biyanîkirina PKK'ê û gelê Kurd hene…

Ev ne tenê niha tê kirin. Bi armanca tepisandina têkoşîna Kurdan dikin. Hewldana parçekirina Kurdan û pê re jî tepisandina wan e. Ne tenê serwerên Tirkiyeyê, hevalbendên Tirkiyeyê jî ev kir. Ev hemû polîtîkayên ji bo tesfiyeyê ne. Divê her kes vê baş bibîne. Dema ku PKK ji nava Kurdan derxin, tiştek namîne ku pê serbilind bin. Yanî kurdbûneke qels dimîne. Heke dê behsa kurdîtiyê bê kirin, divê qala PKK'ê û nirxên wê jî bê kirin.

Rêberê PKK'ê ev 26 sal e dîl e û di girtîgehê de ye. Çi têkoşîna ku qala rewşa wî nake û rizgariya wî ya ji dîlgirtinê pêşbîn nake, dê bi ser nekeve. Di sala 47’an de divê em têkoşîna azadiyê ya Serok Apo mezin bikin. Azadiya wî azadiya Kurdan e, divê her kes bala xwe bide ser vê meseleyê û lê bifikire. PKK salvegera xwe ya 47’an pêşwaz dike û li ber xwe dide, bi Rêber û hêzên xwe re li hemû cîhanê têkoşîna xwe didomîne. Ev karwan karwanê azadiyê ye, teqez dê bigihêje qonaxa xwe.