ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27 – 11 – 2024
27 mijdar, 2024   02:00

Gaziyê şer Çekdar Efrîn destnîşan kir ku ew weke gazî hê jî li beramberî Tevgera Azadiyê û gelan xwe deyndar dibînin û got, avabûna PKK’ê zindîkirina mirovatiyê û gerdûnê ye, vegera li nirxên civakî yên hatibûn windakirin e. BI WÊNE Û DÎMEN

Eyşe Efendî diyar kir ku bi saya PKKˈê gelê Kurd li dijî desthilatdaran dest bi têkoşîneke demdirêj kiriye û ew têkoşîn êdî berhemên xwe dide. BI WÊNE Û DÎMEN

Hisên El Xebra bi hevjîn û kurê xwe re sibehan berê xwe didin beravên cemê Firatê yên li bajarê Hecînê û qamîşan kom dikin da ku jê hesîran çêkin ku bi navê zerûb tên naskirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Serokê komîteya çavdêriyê ya sererastkirina pira Dûlab Iwês endazyar Ehmed Ebdurehîm diyar kir ku heta niha ji sedî 90`ê pirê hatiye sererastkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Zubeyîr Aydar destnîşan ku têkoşîneke ku rizgariya Rêber Abdullah Ocalan a ji dîlgirtinê pêşbîn nake, dê bi ser nekeve û got "Projeya PKK'ê ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn pêwîstiyek e. Ji bo vê jî divê em ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê geştir bikin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya salvegera damezirandina PKK’ê şahî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin. Li parka 4’ê Nîsanê ya bajarê Hesekê (11:00), li hola Îvan a bajarê Dirbêsiyê (11:00), li bajarê Çilaxa (11:00), li hola Roj a bajarê Tirbespiyê (12:00), li parka Azadî ya bajarê Qamişlo (16:00), li yarîgeha girtî ya Rimêlanê ya bajarê Girkê Legê (17:00), li yarîgeha Şermola ya bajarê Amûdê (16:00), li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Dêrikê (16:00) û li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Til Temirê li gundê Murebe yê herêma çiyayê Kezwanê sersaxiyê didin malbata şervanê QSD’ê şehîd Remedan El Salim (14:00). BI WÊNE Û DÎMEN