Zivistan û zehmetiyên koçberên li kampan

Zivistanan êş û zehmetiyên koçberan zêdetir dibin. Tevî vê yekê jî koçber di wê baweriyê de ne ku zivistan wê dirêj neke, wê bihar were û herêmên wan ji dagirkeran werin rizgarkirin.

4 ÇILE, 2025   07:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di zivistanê de zehmetiyên malbatên ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne û li kampan dimînin, zêdetir dibin.

Jina bi navê Meryem El Elî di 40 saliya xwe de û ji bajarê Serêkaniyê ye. Meryem tevî 11 endamên malbata xwe ji ber êrişên dagirkeriya ya dewleta Tirk û çeteyên wê di payîza 2019ˈan de koçberî bajarê Hesekê bûne û niha di kampa Waşûkanî de dimînin.

Malbata Meryem di çadireke riziyayî de dimînin û ava baranê lê kom bûye û kiriye herî.

Meryem Elî der barê zehmetiyên xwe de got: "Zivistan nayê tehemûlkirin. Di van konan de wekî miriyan li me hatiye, serma hêdî hêdî me dikuje. Derdora me hemû herî ye, zarok nikarin bilîzin. Ji bilî hêviya vegera li ser erdê xwe tiştek din di destê me de nîn in.”

Emîne El Mihemed a 80 salî di heman kampê de dimîne cilê zarokên xwe yê herî dişo der barê mijarê de got: "Li vir pir sar e. Her çi qas baran tê êşa me zêdetir dibe. Lê hêviya me ya vegera li ser erdê xwe qut nebûye. Tevî her tiştî em dizanin ku wê di siberojê de herêma me were rizgarkirin."

Emîne El Mihemed jî diyar kir ku jiyana li binê konan nayê tehemûlkirin û wiha domand: "Jiyana li bin konan nayê tehmûlkirin. Ev kon cihek ji bo pêwîstiyê tenê ye, lê ewlehî û rihetiyê nade me. Em dixwazin vegerin malên xwe û gundê xwe. Beriya were dagirkirin em bi silametî dijiyan."

Kampa Waşûkanî di dawiya 2019ˈan de ji bo şêniyên bajarê Serêkaniyê yên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarê Hesekê hatibû avakirin. Di kampê de 16 hezar û 101 (2 hezar û 523 malbat) hene.

Li kampa Serêkaniyê ya li heman bajarê jî nêzî 15 hezar û 649 koçberên ji Serêkaniyê dimînin.

Koçberên li her du kampan ji ber serma, baran, herî, komên rizyayî êş û zehmetiyan dikişînin, lê heviya wan a rizgarkirina wan ji dagirkeran û vegera li ser erdê xwe qut nebûye.

Li gel bêxemiya rêxistin û komeleyên mirovî yên navneteweyî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gorî derfetên di dest de alîkariya koçberan dike.

(bb)

ANHA