Ciwanên ku çek hilgirtine behsa girîngiya xweparastinê kir

Ciwanên di van demên dawîn de bi awayekî xwebexş dest bi parastina herêmên xwe kiriye, behsa sedemên hilgirtina çekan û girîngiya wê kir. Ciwanan got ev erkeke neteweyî ye ku dikeve ser milê her kesî.

Ciwanên ku çek hilgirtine behsa girîngiya xweparastinê kir
4 ÇILE, 2025   04:10
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Berî çend rojan li gundê Xirbê Cihûyan ê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê di çarçoveya berxwedana gel de komeke ciwanan bi navê "Şehîd Beharîn Çiya" komeke xweparastinê ava kiribû û bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ya ji bo seferberiya giştî ragihandibû.

Têkildarî sedem û girîngiya avakirina vê komê û hilgirtina çekan, ciwanên di nava komê de ji ajansa me re axivîn.

Ciwanê bi navê Emar Murad ê 30 salî, çek û rext hilgirtine û nobedariya parastina herêmê dike. Murad got tişta hişt ew çekan rake, ew e ku wî xwest beşdarî parastina herêm û gundê xwe bibe û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bisekine.

Murad dibêje hilgirtina çekan û beşdariya berxwedanê erka wî ya neteweyî ye û got: “Em li vê herêmê dijîn, divê em biparêzin jî, parastin ne erka beşekê tenê ya civakê ye.”

Ciwanê bi navê ​​Murad Şemo jî diyar kir ku beşdariya wî yan di nav parastinê de, dilsoziyeke ji bo fedakariyên gelê herêmê û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn e.

Ciwanê bi navê Hisên Beşîr bal kişand ser girîngiya hilgirtina çekan û piştgiya QSD’ê ji bo parastina herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û êrişên hundirîn ên şaneyên girêdayî wan û yên çeteyên DAIŞ’ê.

Beşîr got: "Hêzên leşkerî ji bo parastina herêman ji êrişên derve şer dikin, divê em jî aramiya hundir biparêzin.”

Beharîn Çiya ku ciwanan navê wê li koma xwe ya xwebeş kiriye, şervaneke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya ji heman gundî bû, di sala 2014’an de di şerê li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser bajarê Cezayê yê kantona Cizîrê de şehîd bûbû.

(k)

ANHA