Zinarîn Kobanê: Bi pêşengiya jinan DAIŞ têk çû

Ji fermandarên YPJˈê Zinarîn Kobanê pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê wekî tolhildana dîrokî ya jinên Reqa, Kobanê, Şengal û Mûsilê û jinên cîhanê bi nav kir û got “Heke hêzeke bi pêşengiya jinan hebe dê teqez serkeftin a wan be, teqez azadî bi pêşengiya wan were serxistin.”

Zinarîn Kobanê: Bi pêşengiya jinan DAIŞ têk çû
20 cotmeh, 2024   04:10
HESEKÊ
SARA EVRAN

DAIŞ’ê bajarê Reqayê xistibû paytexta xwe, di nava bajêr de bazarên koleyan çêkiribûn û di wan bazaran de jinên ji Şengalê yên wek xanîmetên şer girtibûn, difirotin. Ji bo ku hêzên xwe yên wehşî bi xof nîşan bidin û her kes ji wan bitirse, serê mirovan jê dikirin. Piştî salên zor û zehmet, li ser daxwaza gelê herêmê di 16’ê Hezîrana 2017’an de pêngava Xezaba Firatê bi pêşengiya YPJˈê hat destpêkirin û di 17’ê Cotmeha 2017’an de Reqa bi pêşengiya YPJˈê hate rizgarkirin.

Ji fermandarên pêngava Xezaba Firatê Zinarîn Kobanê, der barê pêvajoya rizgarkirina Reqayê de wiha axivî: “Hêza DAIŞ’ê hêzeke tarî bû ku li Rojhilata Navîn ne tu dewletan, ne jî tu hêzan dikaribû li beramberî wê li ber xwe bide. Hêza ku li beramberî DAIŞ’ê li ber xwe da, serî rakir û teslîmîyet tu carî qebûl nekir, hêzên me YPG û YPJ bûn. Bi taybetî piştî berxwedan û qehremaniya li Kobanê hate raberkirin û fedakariya şervanên YPG û YPJ’ê û şehadetên çêbûn di cîhanê de deng vedabû. Ji ber vê jî bûbû çavkaniya hêza berxwedanê ya hemû gelan û hemû hêzan. Li ser vî esasî daxwaza gelên herêmê çêbû da ku em bikarin bajarê Reqayê ku DAIŞ’ê wek paytexta xwe bi nav kiribû, pêngava rizgarkirina Reqayê jî dest pê bikin. Li ser wî esasî pir nîqaşên berfireh û planên pir xurt hatin çêkirin. Her wiha em bi nîqaş û planên ku hatin çêkirin, me biryar de ku em ê di demeke kurt de bikarin vê pêngavê dest pê bikin. Bikarin derdora Reqayê bixin nava çemberekê, di heman demê de em bikarin DAIŞ’ê di hundir de tengav bikin. Li ser vî esasî rêxistineke pir xurt û zirav hate çêkirin. Tevlêbûna şervanên YPG-YPJ û YJŞ’ç li gel Meclisa Leşkerî ya Minbicê û her wiha hêzên Senadîd, hêzên din di vê hemleyê de cihê xwe girt. Her baskek, wekî baskê eniya rojava, baskê eniya rojhilat, baskê eniya bakur, baskê başûr dest pê kir. Her çar bask, li gorî pêwîstiyê baskek dibû du bask, cihê pêwîst kiriba dibû sê bask, cihê pêwîst kiriba dibû baskeke din, ji bo ku bikarin rêkên derdora Reqayê bigirin.

Hewldanên pir xurt hatin kirin û gavên destpêkê bi sê qonaxan hate destpêkirin; qonaxa yekemîn me rê girt û me dijimin xist nava çemberê. Bi du baskan ve me xwe bi rêxistin kir. Yekemîn bi xeta çolê ya duyumîn xetên ji Mensûra, Ebû Gûbeh û her wiha gundên Hinêdarq re êdî me gihand hev. Xeteke me êdî milê xeta Tebqayê bû ku digihêje ser rêya Diwelî ya xeta pira Reqayê. Ji wê û şûnde êdî bi berfirehî operasyoneke xurt ji milê hêzên me ve hate kirin. Her wiha ji milê din ve jî hemû hêzên me, ew jî xetên navbera Hesekê û Reqayê valatiya ku dihate xeta Keramayê, ew jî ji wî milê ve lê zivirîn. Bi vî awayî em dikarin bêjin di demeke pir kurt de, me dor li DAIŞ’ê girt. Ev çember bi hêsanî nîn bû, bi rastî biryar, israr û heyecana şervanên me yên azadiyê YPG, YPJ, QSD, YJŞ’ê di asta herî jor de bû. Vê jî hişt ku di demeke kurt de Reqayê dorpêç bikin û li gorî tê xwestin zû bigihêjin encamê.”

‘CIHÊ KU JIN LÊ HEBE SERKEFTIN ÇÊDIBE’

Fermandar Zinarîn da zanîn ku li beramberî şervanên YPG û YPJ’ê tu hêzeke ku li ber xwe bide nîn bû û bi vî rengî domand: “Ev hêza ku çavê her kesî tirsandibû û êdî kesekî nedikaribû li ber wan serî rakiriba, lê ev pêngav, bi taybetî bi pêşengiya şervanên YPJ’ê hate destpêkirin. Yanî ev hêzên ku pêşengiya wan jin dikin, hêza DAIŞ’ê pir tirsandibû. Di pir cihan de şer dijwar dibû, şer bi pêş ve diçû, pir bangewazî dihatin kirin, wekî gazîkirina wan çêdibû “kî bi me re şer dike bila bike lê tenê bila jin bi me re şer nekin an jî em hatin kuştin jî bila em bi guleyên jinan neyên kuştin yan jî bila jin li beramberî me dernekevin kî dibe bila bibe bes bila ne jin bin…” Pir zêde hêrsa wan di şerên dijwar de dihat xuyakirin. Yanî di pir cihan de bangewaziyên wisa hebûn ku hûn çi dikin bikin di dawiyê de em ê bi guleya zilaman biçin. Pir caran li ser cîhazê diaxivîn û bal dikişand ser xwe ji bo ku bikarin hêzên me bitirsînin û bi taybetî hêza jinan, lê belê DAIŞ’iyan dît ku rastiya jinan li kîjan milî hêza jinan heye, li kîjan milî hêza jinan pêşengiyê dike, bi taybetî li wê derê hêza DAIŞ’ê têk çû! Xetên çolê û xetên Diwelî yên ku nedikarîn xwe tê de bi cih bikin, piranî bi mayinan hatibûn tijîkirin. Pir zêde mayin çandibûn. Lê belê di demeke kurt de ew mayîn bi giştî hatin rakirin, di demeke kurt de mayinên ku berê hatibûn çandin, êdî bê encam mabûn, ji ber ku hemleya rakirina mayinan dabû destpêkirin. Vê jî hişt ku şerê wan pir encam negire. Bi rastî jî di vî şerî de me dît ku li beramberî şervanên YPG–YPJ’ê tu hêzeke ku li ber xwe bide nîn e. Gelê herêmê ev rastî li ber çavan dît. Dema ku pêşwazî û nêzîkatiyên wan li beramberî me raber dikirin, pir baş bûn. YPJˈê hêvî û bawerî dabû wan. Dayikên me hevalên jin pir hembêz dikirin û pir caran li ser hev maçî dikirin. Digotin bi rastî ne xeyal e, ne xewn e, ev rastî ye. Bi hesreta xwe, hêrsa xwe û kîna xwe ya bi salan bi vê hezkirinê, bi vê maçîkirinê, bi vê nirxdayînê yanî wê çawa hezkirina xwe îfade bikin nedizanîn. Îro jin ji cîhanê re dibin çavkanî; çavkaniya moralê, çavkaniya hêzê û çavkaniya vînê.

Cihê ku jin lê hebe dikare serkeftin bê avakirin. Di şerê ku jin tê de hebin teqez dê serkeftinê pêk bîne. Ji ber ku mînak ew jina em dibêjin li Reqayê bi taybetî bi destdirêjiyê re marûz mabû, her roj dihate qetilkirin, li sûkan dihatin firotin, bi çarşafên reş hatibûn pêçandin; me dît ku gelek jinan ew çarşefên xwe yên reş danîn û li pêş çavê gelê xwe, li pêş çavê me şewitandin û li ser du tilîlî didan. Bi wan tilîliyên xwe bi wê şewitandina qirêjiya DAIŞ’ê, şema ronahiyê pêxistin. Ji îro şûn de xwedî wê hêzê ne ku em dikarin tarîtiyê têk bibin, bi pêşengiya YPJ’ê em dikarin ronahiyê bînin herêmên xwe, em dikarin bînin welatê xwe. Peyamên xwe jî bi vî rengî dan her kesî.”

Fermanadar Zinarîn got pêngava Xezeba Firatê tolhildana dîrokî bû û wiha domand: “Ew tirsa ku DAIŞ’iyan di nava jinan de çêkiribû, zexta ku li ser jinan hatibû çêkirin, jinên ku bi rojan li ber çavê cîhanê hatibûn qetilkirin û bi destdirêjiyan re rû bi rû mabûn; êdî kînek û hêrsek di nava jinan de dabû avakirin. Bi qasî ku kîn û hêrsa me li beramberî dijminê me hebû, em dikarin bêjin; bi pêşengiya jinan û bi alîkariya gelê Reqayê me tolhildana dîrokî ya cîhanî, yanî tola jinên Şengalê, tola jinên Reqayê, tola jinên Kobanê, bi wê kîn û hêrsa xwe rakir. Wek hêzên QSD, YPG bi pêşengiya YPJ’ê ev hemle hate meşandin, li kêleka vê bi rastî bi coş û kelecana gelê me jî hebû. Di heman demê de ev hemle ji gelek pêkhateyan pêk hat. Çi jinên Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, Aşûr dibe, yanî bi hemû pêkhateyan hem jî gelê herêmê hemû bi hev re ji bo ku bikarin “paytexta DAIŞ’ê” rizgar bikin. Her kesî alîkarî da. DAIŞ’ê gelê me wek mertaleke zindî ji xwe re bi kar dianî. Gelê ku dixwest bizivire û ji qadê derkeve yan jî berê xwe bide me, ji piştê ve dihatin suîqastkirin an ji piştê ve dihatin qetilkirin. Her ku çû şerê me êdî dijmin tengavtir kir û li ser wî esasî qismeke mezin ji DAIŞ’iyan xwe teslîm kir. Her wiha hinekan jî êdî bangewazî kirin ku di hin cihan de êdî ketine zorê, zehmetiyê dikişînin û hin hevdîtin çêbûn û êdî gelek kes jî li ser vê yekê ji herêmê hatin derxistin. Vê bûyerê di nava gelên herêmê de baweriyeke pir xurt da avakirin.”

‘BI PÊŞENGIYA JINAN DAIŞ TÊK ÇÛ’

Fermandar Zinarîn destnîşan kir ku ji bo ew serkeftina xwe ragihînin, bi zanabûn Çerxerêya Neîm hilbijartin û wiha pêde çû: “Li ser wan esasan êdî em dikarin bêjin me çeteyên DAIŞ’ê têk birin û di 17’ê Cotmeha 2017’an de li devera Neîm me peyama têkbirina dijmin da. Li wê derê ew serkeftina ku şervanên YPG/YPJ, QSD û YJŞ’ê heq kiribû di roja 17’ê Cotmehê de me serkeftina xwe îlan kir. Me ala xwe ya ku bi xwîna şehîdan hatibû avakirin, li ba kir. Bi taybetî me peyam da jinên cîhanê ku li cihê DAIŞ mirov qetil dikirin, li cihê ku reklama xwe dikirin, li cihê ku hêza xwe nîşan didan û mirov ditirsandin, xeniqandin û îdam dikirin, me li wê derê tola jinên Mûsilê, jinên Şengalê, jinên Reqayê û her wiha jinên ku li wir hatin firotin, me li ser navê hemû jinan tola xwe li wê derê rakir. Me li cihê ku mirovatî lê dihat qetilkirin, ala xwe bilind kir. Ev bi pêşengiya jinan hemû pêkhateyan pêk hat ku li dora me kom bûn. Bi rastî jî serfirazî di herêmê de da avakirin û DAIŞ têk çû.”

Fermanadar Zinarîn Kobanê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Tirsa ku DAIŞ’ê da avakirin îro di cîhanê de diyar dike ku çi dibe bila bibe bi pêşengiya jinan tu hêz nikare li beramberî QSD’ê li beramberî YPG/YPJ’ê şer bike. Ger hêzeke bi pêşengiya jinan hebe û jin hemle bikin, dê teqez serkeftin a wan be, dê teqez azadî bi pêşengiya wan were serxistin. Li ser vî esasî em vê serkeftina ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, destpêkê diyarî hevrêyên xwe hêzên YJŞ’ê dikin. Bi rastî jî wan roleke dîrokî di wê hemleyê de lîstin. Her wiha hevalên me yên şehîd xwîna xwe li ser wê axê rijandine û hemû hêzên me ked dane. Bi taybetî hêzên jin ên ku bi kedeke mezin bi têkoşîneke xurt li beramberî DAIŞ’ê şer kiriye, em wan hemûyan pîroz dikin û em dibêjin her tim dê serkeftin a me be, dê serkeftin a me be.”

(bb)