Xelkê Holê: Deriyê me li ber kesên ji Lubnanê tên vekirî ye

Şêniyên ji bajarê Holê pesnê rola Rêveberiya Xweser a pêşwazîkirina kesên ji Lubnanê tên da û got ew amade ne kesên ji Lubnanê tên li malên xwe pêşwazî bikin.

Xelkê Holê: Deriyê me li ber kesên ji Lubnanê tên vekirî ye
20 cotmeh, 2024   06:10
HESEKÊ
ELÎ SULTAN

Di encama şerê Îsraîl û Hizbullah de ku ji 23ˈyê Îlonê ve li Lubnanê dijwar bûye, tevgereke koçberiyê ber bi Sûriyeyê ve heye.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê alîkariya sûriyeyên dixwazin vegerin warê xwe, dike. Her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê maseya krîzê ava kir.

Li gorî daneyên dawîn ên maseya krîze, heya 17ˈê Cotmehê 19 hezar û 754 kes derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne.

Li aliyekî din jî Heyva Sor a Kurd li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo komkirina alîkariyê ji kesên ji Lubnanê tên, kon vegirtine.

Welatiyên ji bajarê Holê pesnê Rêveberiya Xweser da ku pêşwaziya kesên ji Lubnanê tên dike û alîkariyê pêşkêşî wan dike.

Mûsa El Wegai diyar kir ku şêniyên bajarê Holê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî rewşa zehmet ku welat tê re derbas dibe, bi hevgirtinê pêşwaziyê penaberên Lubnanê dike.

El Wegai got: "Em amade ne pêşwaziya penaberên lubnanê û sûriyeyên ji Lubnanê tên li herêmê û malên xwe bikin û erkên xwe li hemberî wan bi cih bînin.

Mûsa El Wegai da zanîn ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi germahî pêşwaziya wan dike û deriyên wan ji tevahî sûriyeyî û lubnaniyan re vekirî ne.

El Wegai spasiya Rêveberiya Xweser kir ku "pêşwaziya kesên ji Lubnanê tên dike û bi hemû rêbazan alîkariya wan dike".

Cemîle Ehmed jî got, ew xelkê Holê amade ne alîkariyê bidin sûriyeyî û lubnaniyan û got: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade ne pêwîstiyên xelkê me yê ji Lubnanê tên bi cih bînin û wan li malên xwe pêşwazî bikin."

(bb)

ANHA