Mazot li ajokeran nayê belavkirin û kirê biha bûye

Li bajarê Hesekê mazot li ajokeran nayê belavkirin û kirêya wesayîtên veguhastin biha bûye. Şênî û ajoker daxwaza çareseriyê dikin.

Mazot li ajokeran nayê belavkirin û kirê biha bûye
Mazot li ajokeran nayê belavkirin û kirê biha bûye
Mazot li ajokeran nayê belavkirin û kirê biha bûye
31 tebax, 2026   05:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Saziyên sotemeniyê yên bajarê Hesekê ev 21 roj e mazotê li ajokeran belav nakin. Ajoker neçar dimînin ku mazotê ji bazara reş bikirin. Li bazara reş mazot biha tê firotin û barê ajokeran giran kiriye, ajoker jî neçar dimînin li gorî bihabûna mazotê kirêya rê diyar bikin.

Ji welatiyan Casim El Sayir got: "Kirêya rê gelekî biha bûye. Ji bo em ji taxa Xiwêran werin geracê rê tenê 1 km e, ajoker 4 hezar lîreya Sûrî ji me werdigirin. Êdî zehmet bûye em li Hesekê debara jiyana xwe bikin, her tişt biha bûye."

Ehmed El Ilêwî jî got: "Piştî kirêya rê biha bû barê me gelekî giran bûye. Êdî em nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Em daxwaz dikin ku mazotê bidin ajokeran û kirêya rê kêm bibe. Em nema dikarin vî barî rakin."

Ji ajokeran jî Îbrahîm Hisên got: "Ji ber mazotê nadin me, em mazotê bi bihayekî zêde ji bazara reş dikirn, ji lew re kirêya rê biha bûye. Divê her meh 400 lître mazot bidin me, lê nadin me. Em her lîtriyek mazot bi 14 hezar lîreya Sûrî ji bazara reş dikirin. Barê welatiyan giran bûye û neyînî bandorê li ser jiyana wan dike."

Ajoker Ehemd Eyhem jî axivî: "Ji ber kirêya rê biha bûye êdî çûyîn û hatin kêm bûye. Welatî nema dikarin kirêya rê bidin. Mînak roja karkerekî 50 hezar lîreya Sûrî ye, ev ne têra wî, ne malbat ne jî kirê dike ku xwe bigihîne cihê kar. Em ji aliyên têkildar daxwaz dikin ku mazota me bidin me da ku kirêya rê kêm bibe û barê me û welatiyan sivik bibe."

(np)

ANHA