Dewriyeyek Îsraîlê ket gundekî Quneytîrayê

Dewriyeke din a Îsraîlê derbasî gundewarê Quneytrayê bû, bendeke kontrolê danî û piştra vekişî.

Dewriyeyek Îsraîlê ket gundekî Quneytîrayê
20 kanûn, 2025   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyek din a artêşa Îsraîlê derbasî gundê El Ecref ê gundewarê Quneytîrayê bû, beriya wê jî dewriyeyek din keta gundê Eyn Zîwan ê heman herêmê.

Dewriyeya derbasî gundê El Ecref bûye ji 3 wesayîtan pêk dihat, li gundê bendekê kontrolê danî, kesên diçûn û dihatin teftîş dikirin. Lê tu agahiyên der barê kesên hatine girtin de bi dest neketin.

Dewriyeya demeke berê ya îro derbasî gundê Eyn Zîwan ê Quneytîrayê bûbû, ji 7 wesayîtên leşkerî pêk dihat, li ser rêya di navbera Eyn Zîwan û gundê Siwêse de bend danîn, piştre vekişîn.

(ac/fr)

ANHA