Zehmetiyên avakirina dewleta Sûriyeyê û civîna Şanghayê rojeva rojnameyan in

Rojnameyên erebî di nivîsên xwe de diyar kir ku ji nû ve avakirina Sûriyeyê piştî dehsalan ji hilweşîn û paşketinê, ji bo şiyana gel û rejîman, ezmûneke dijwar a avakirina dewletê ye. Li aliyekî din civînên lûtkeyê yên Rêxistina Hevkariya Şanghayê û civînên li Çînê hewldanên hêzên mezin ên wekî Rûsya, Çîn û Hindistanê ji bo ji nû ve xêzkirina hevsengiya hêzê ya cîhanî eşkere dikin.

Zehmetiyên avakirina dewleta Sûriyeyê û civîna Şanghayê rojeva rojnameyan in
3 îlon, 2025   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa li Sûriyeyê  û civîna Şanghayê de nivîsîn.

ˋARAMÎ Û BERDEWAMÎˊ

Rojnameya El Şerq El Ewset li ser krîza Sûriyeyê û rêya ji nû ve avakirina wê piştî dehsalan ji hilweşîn û paşketinê, nivîsî. Rojnameyê destnîşan kir ku şêweyê welat ji hêla gelan û pergalên siyasî ve tê destnîşankirin û serkeftin an têkçûna wan bi karîna wan a birêvebirina armanc û xweşiya welatiyan ve girêdayî ye.

Li gorî rojnameyê, Sûriyê 60 sal li şûn xwe hişt, di wan salan de, dewlet nebû, civak û welat winda bû, ev yek bû sedema kombûna krîzan, dûrketina Sûriyeyê ji derdora xwe ya Erebî û ketina nava şerekî navxweyî, ligel wê jî teror, tirs zêde bû û aborî hilweşiya. Rojnameyê pirsên girîng der barê "ka mirov çawa bingehên dewletê yên belavbûyî ji nû ve berhev bike, wê ji şaşî û karesatên mezin biparêze û wê bixe ser rêya neteweyek ku bikaribe xwe ji nû ve ava bike" de, pêşniyar kirin.

Rojnameyê diyar kir ku "Ezmûna herî mezin li pêşiya serokatiya nû ya Sûriyeyê ya bi nûnertiya Ehmed El Şeri ew e ku dest bi avakirina dewletek normal bike, da ku xizmetî gel bike û siberojeke baştir, dûrî şêwazên rejîmên Ereb ên şoreşger ên ku veguherîne desthilatdariya domdar, misoger bike."

ˋCIVÎNA BILIND A ŞANGHAYÊ  PLATFORMEK STRATEJÎK JI BO JI NÛ VE ŞÊWEKIRINA HEVSENGIYA HÊZÊˊ

Rojnameya El Ereb a Londonê li ser civîna bilind a Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê nivîsî û destnîşan kir ku ew civîn di demek hesas de pêk hat, ku li cîhanê aloziyên jeopolîtîk û aborî serdest in. Rojnameyê da zanîn ku rêxistin dixwaze xwe weke alternatîfa sîstema yekalî bide pêş,  lewma li ser zimanê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn behsa prensîba rêzgirtina serweriya dewletan hat kirin.

Rojnameyê nivîsî ku civîna bilind bû xaleke bingehîn, ji ber ku bû faktorekî sereke û bi bandor bo avakirina pergalek gerdûnî ya piralî ya dadperwertir.

Der barê heman mijarê de rojnameya El Xelîc bal kişand ser lûtkeyên ku ji hêla Çînê ve li Tianjin û Pekînê hatine lidarxistin, ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi û serokê Koreya Bakur Kim Jong Un beşdar bûn. Rojnameyê da zanîn ku "Danezana Tianjin" nîşan dide ku tevgereke ber bi avakirina sîstemeke cîhanî ya nû ku hegemonyaya Rojava napejirîne, tê kirin.

(k)