NY’ê îdamên li Îranê şermezar kir

Komîserê Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) îdamên li Îranê şermezar kir û ji rêveberiya Tehranê xwest ku demildest îdamê rawestîne.

NY’ê îdamên li Îranê şermezar kir
3 îlon, 2025   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîserê Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk got "Li Îranê zêdebûna îdamê û cezayê mirinê, bi awayekî sîstematîk wekî amûreke çavtirsandinê tê bikaranîn" û destnîşan kir ku ev polîtîka ji bo kêmar û koçberan pir zêde tê bikaranîn.

Turk destnîşan kir ku cezayê mirinê li dijî mafê jiyanê ye û got: "Ez careke din dubare dikim divê hikûmeta Îranê demildest cezayê mirinê rawestîne û moratoryûmê îlan bike."