Zêdetirî 121 hezar xwendekar dê li dibistanên Reqayê bixwînin

Bi destpêkirina sala xwendinê ya 2025-2026`an, dê 121 hezar û 415  xwendekar li kantona Reqayê berê xwe bidin dibistanan.

Zêdetirî 121 hezar xwendekar dê li dibistanên Reqayê bixwînin
14 îlon, 2025   11:05
REQA
MIZGÎN ELÎ

Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro (14’ê Îlonê) sala perwerdeyê 2025-2026’an dest pê kir

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê Zelîxa Ebdî destnîşan kir ku îsal hin rewş û mercên awarte hebûn û got: "Ji wan rewşan pêla koçberiya bi darê zorê ya şêniyên kantona Efrîn- Şehba ye, ku li dibistanên Reqayê hatine bicihkirin. Vê yekê zirar da sektora perwerdeyê û bû sedema girtina zêdetirî 47 dibistanan li kantonê."

Zelîxe Ebdî da zanîn ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi hevkariya Meclisa Rêveber û Rêveberiya Koçberan, heta niha nêzîkî 15 dibistan vala kirine û xebat ji bo valakirina dibistanên mayî jî heta destpêka sala xwendinê didomin.

Zelîxa da zanîn ku li herêma Sebxayê 40 dibistanên ku ji rejîma berê rizgar bûne, bûn girêdayî Desteya Perwerdeyê, bi vî awayî hejmara giştî ya dibistanên li kantona bûye 468 dibistan, niha 428 ji wan hatine amadekirin.

Zelîxa destnîşan kir ku bernameyek perwerdeê ya 3 rojan, der barê rêziknameya dibistanan, ji bo rêveberên dibistanan hatiye amadkirin. Her wiha dê hezar mamoste der barê rêbazên hînkirinê werin perwerdekirin. Ji bo mamosteyên refên 4 û 8`an, ku pirtûkên wan ên fêrkirinê hatine guhertin, dê pwerwerdeyeke taybet were vekirin.

Zelîxa diyar kir ku îsal hejmara xwendekaran ên hemû astên xwendinê dê ji 121 hezaran zêdetir bibe, her wiha dê hijmara zarokên refa yekem jî zêde bibe, ji ber ku îsal zarokên ku di sala 2020`an ji dayik bûne dê herin dibistanan û xwendekrên herêma Sebxayê jî li wan zêde dibin.

Zelîxa da zanîn kir ku pirtûkên dibistanê hatine amadekirin û çapkirin û dê di destpêka salê de werin belavkirin.

Derbarê diyardeya devjêberdana dibistanan, Zelîxa destnîşan kir ku nêzî 30 hezar zarok li derveyî proseya perwerdeyê ne, lê ev nabe devjêberdana dibistanan, ew zarok bûne qurbaniyên rewşa siyasî û mirovî ya heyî, bi taybet ew zarokên ku hîn jî di dibistanan de dijîn.

Hevseroka Desteya Perwerdehiyê ya Kantona Reqayê wiha dawî li axaftina xwe anî "Em amade ne ku pêşwaziya xwendekarên xwe bikin, ji bo saleke xwendinê ya serkeftî me hemû derfetên xwe terxan kirine. "

Li gorî agahiyên Desteya Perwerdeyê li kantona Reqayê dê 121 hezar û 415 xwendekar îsal berê xwe bidin dibistanên kantonê.

(k)

ANHA