’Serhildana Jin, Jiyan, Azadî şoreşek civakî pêk anî’

Sê sal di ser serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” re derbas bû. Jinan û gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdêlên giran dan. Berxwedan bi rêbazên cuda didome, jin di girtîgehan de dikevin gireva birçîbûnê. Civaknas û çalakvana mafê jin a ji Rojhilatê Kurdistanê Hawjîn Beqalî got: “Serhildanan, şoreşek civakî pêk anî”. 

’Serhildana Jin, Jiyan, Azadî şoreşek civakî pêk anî’
14 îlon, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Di dîroka Îranê de, hertim rejîmên hatine ser desthilatê destpêkê dijminahiya jinan kirine. Her çendî di dema desthilata Xanedana Pehlewî de hinek zagonên ji bo mafên jinan hatin danîn jî, piştî Rejîma Melayên Şîî, bi zilm û zordariyê, kuştin û cezakirinê mafên jinan ji destê wan hatine girtin. 

Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hember her cûr îşkence, zayendperestî, qetilkirin û cezakirinnê jî, bi rêbazên cuda li ber xwe dane û heta îro li ber xwe didin.

Jinên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê hertim di nava berxwedanê de bûn, gotina Rêber Abdullah Ocalan a “Jin, Jiyan, Azadî” ji xwe re kirin bîrdoziya berxwedanê.

Gotina “Jin, Jiyan, Azadî” cara yekemîn di sala 1988’an de, ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hat bikaranîn, tevgera jinên azad a Kurdistanê li ser vê bîrdoziyê xwe birêxstin kir.

KÎNA JINAN BI DIRÛŞMA “JIN, JIYAN, AZADΔ TEQIYA

Ev dirûşm hîna ji beriya qetilkirina Jîna Emînî bibû sonda berxwedanê. Şirîn Alamholî, dema di girtîgeha Evîn a li Tehranê girtîbû, li dîwarê kêleka xwe “Jin, Jiyan, Azadî” nivîsandibû. Şirîn di Gulana 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Ev dirûşm di mejî û guhê jinên Rojhilatê Kurdistanê de bicih bibû.

Piştî ku Jîna Emînî (22), di 13’ê Îlona 2022’an ve ji aliyê “Polîsên Exlaqê” ve hat îşkencekirin û di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da, ev dirûşm bû zimanê serhildana jinan. Bi hezaran şêniyên bajarê Seqizê Jîna spartin axê. Li wir bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” çirûska serhildanan pê ket. Piştî serhildanê ev dirûşm belavî tevayî cîhanê bû, ji Amerîka heta Ewropa, Hindistan, Afganistanê, bû zimanê berxwedana jinan.

GELÊ FARS, EREB Û BELÛC BEŞDAR BÛN

Çalakiyên ku bi pêşengiya jinan bi hêvî û hêrsê dest pê kir, veguherî serhildana “Jin Jiyan Azadî” ku gelê Kurd, Belûc û Ereb jî tê de cih girtin. Serhildana herî mezin a şoreşgerî ya salên dawî bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bû. Gelê ku li 31 eyalet û zêdetirî 100 bajaran li dijî Komara Îslamî daket qadan û bi dirûşmeyên “An azadî an azadî”, “Bimre dîktator” û “Jin jiyan azadî” li ber xwe dan.

Civaknas û çalakvana mafên jinan a ji Rojhilatê Kurdistanê Hawjîn Beqalî der barê serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” de ji ajansa me re axivî û got: “Serhildanên di dema qetilkirina Jîna Emînî de derketin holê, ne di carekî de çêbûn. Lê encama têkoşîna jinan a ji sala 1946’an heta niha ye. Ne şoreşkek tenê ji bo hîcabê ye, şoreşa hebûn û mafên jinan, wekheviya zayendî ye. Ji bo ji bo bidestxistina hemû maf û azadiyên siyasî, aborî û civakî yên hemû gelan bû serhildanek. Van serhildanan 137 rojan bi awayekî aktîf berdewam kir."

Hawjîn Beqalî anî ziman ku ji bû pêşeng, porê wê bû ala serhildanê û got: "Jinan bi komî kefiyên li serê xwe şewitandin, sembola desthilatê li erdê xistin. Kolan, gund, bajar, dibistan, zanîngeh bibûn cihê berxwedanê. "

REJÎMÊ ÊRIŞ GIRAN KIR

Rejîmê bi êrişan bersiva gel da û gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdêlek giran dan, lê dest ji berxwedanê bernedan.

Li gorî saziyên mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, di êrişên hêzên rejîmê yên li ser çalakiyên gel de, herî kêm 573 kes hatine qetilkirin. Piraniya wan li Kurdistan, Belûcîstan û Tehranê hatin qetilkirin. Herî kêm 65 hezar kes hatin binçavkirin.

Li gorî saziyên mafên mirovan, ji bilî kesên di çalakiyên protestoyî de hatine binçavkirin, di navber 2022-2023’an de bi hezaran kes hatine binçavkirin, Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê navê 1.761 kesên Kurd bidest xistiye. Bi giştî li Îranê di sala 2022’an de 582, di 2023’an de 834 kes hatine darvekirin.

Di sala 2024’an de li Rojhilatê Kurdistanê, 474 sivîl û aktîvîstên Kurd hatine girtin. Li Îranê bi giştî 975 kes hatine darvekirin.

Di sala 2025’an de herî kêm 514 Kurd hatine binçavkirin. Ji serê sala 2025’an ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 756 kes hatine darvekirin.

ZEXTA LI SER MALBATAN, JEHRÎKIRINA ZAROKAN

Piştî serhildanê rejîma Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi gazên jehrî êrişî dibistanên zarokên keç kirin. Bi sedan zarok ji jehrê bandor bûn û tedawî dikin.

Malbatên kesên dihatin qetilkirin, darvekirin û revandin jî rastî êrişan hatin. Malbatên ku hewl didan doza mafê zarokên xwe bikin, rastî îşkence, binçavkirin û girtinê dihatin.

Niha, rojnameger, aktîvîst û siyasetmedarên Kurd, Pexşan Ezîzî, Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî di girtîgehên Îranê de, cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

AGIRÊ NEWROZÊ GÛR BÛ

 Li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê jin ji bo rawestandina darvekirinê di nava çalakiyan de ye. Li Îranê jî girtiyên jin û girtiyên siyasî li dijî cezayê darvekirinê, îşkence û bêmafiyên li girtîgehan dikevin greva birçîbûnê.

Di 16’ê Gulana 2024’an rojnameger û çalakvan Pexşan Ezîzî dest bi greva birçîbûnê kir.

Di 1’ê Cotmeha 2024’an li Girtîgeha Êvînê, Girtîgeha Qezal Hesarê, Girtîgeha Navendî ya Kerecê, Girtîgeha Mezin a Tehranê, Girtîgeha Xurmatû, Girtîgeha Nîzam a Şîrazê, Girtîgeha Esadabad a Îsfehanê, Girtîgeha Bamê, Girtîgeha Meşhedê, Girtîgeha Lakan a Reştê, Girtîgeha Qaimşehrê, Girtîgeha Erdebîlê, Girtîgeha Tebrîzê, Girtîgeha Ûrmiyeyê, Girtîgeha Selmasê, Girtîgeha Xoyê, Girtîgeha Neqdeyê, Girtîgeha Seqezê, Girtîgeha Banê, Girtîgeha Merîwanê, Girtîgeha Kamiyaranê û Girtîgeha Arakê greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Di 11’ê Cotmeha 2024’an de Werîşe Muradî dest bi greva birçîbûnê kir.

Di 8’ê Sibata 2025’an de girtiyê bi navê Rizgar Begzade Baba Mîrî ku cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, dest bi greva birçîbûnê kir.

24’ê Îlona 2024’an 47 girtiyên jin li girtîgaha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin. Heta niha berxwedanên li girtîgehan didomin.

Di 13’ê Îlona 2023’an de gel bi girseyî çû ser gora Jîna Emînî, piştî serdanê tevayî dikandarên Seqizê dikanên xwe girtin û jiyan rawestiya. Di 16’ê mehê de, di salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî de, li bajarên Seqiz, Sine, Dîwander, Merîwan, Bokan, Bane, Kamyaran, Kirmaşan, Urmiye û Mehabadê greva giştî pêk hat. Ti tevayî bajaran dikan hatin girtin.

Piştî serhildanê agirê Newrozê yê 2023-24-25’an gûrtir pê ket û êdî her Newroz bûn Newrozên “Jin, Jiyan, Azadî”.

’LI ROJHILAT ŞOREŞA CIVAKÎ PÊK HAT’

Hawjîn Beqalî bandora serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” ji ajansa me re axivî û got: “Li Rojhilatê Kurdistanê şoreşek civakî pêk hat. Êdî mêr şerm dikin bêjin, mafên jinan ji yê mêran kêmtir in. Êdî jin li ser xwebûn û serxebûna xwe ya fikrî û bedenî diaxivin.”

 ANHA