Kilîda bîranînê û hêviya vegerê

Jina bi navê Şêxa Xetîb Mano ku 6 sal ji warê xwe hatiye koçberkirin kilîda mala xwe winda nekiriye. Şêxa diyar dike ku kilîda xanî ji bo wê jiyan, hêvî û soza vegerê ye.

Kilîda bîranînê û hêviya vegerê
Kilîda bîranînê û hêviya vegerê
Kilîda bîranînê û hêviya vegerê
Kilîda bîranînê û hêviya vegerê
Kilîda bîranînê û hêviya vegerê
14 îlon, 2025   05:10
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Li Dibistaneke bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, ku bûye stargehek ji bo koçberên bi darê zorê, bi hezaran çîrok hene. Çîrokên pişt êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê Serêkaniyê û gundewarê wê di Cotmeha 2019`an de. Ji van çîrokan çîroka  koçbera bi navê Şêxa Xetîb Mano ya ji gunde Enîq El Hewa yê bajarê Zirganê ye.

Şêxa ya 40 salî dayika sê zarokan û beriya çend salan hevjînê wê jiyana xwe ji dest da.

 ŞEVA ÊRIŞÊ

Şêxa hûrgiliyên şeva êrişê ku rêça jiyana wê guhert bi bîr anî û got, "Min ji bo malbata xwe şîvê çêdikir dengê teqîna topan hat. Min hîs kir ku tevahiya xanî diheje. Min bang li zarokên xwe kir ku zû derkevin. Min mifteya xanî girt û em derketin. Me her tişt: xanî, wêne, bêhna nan û beroşa xwarinê ya li ser agir li du xwe hişt. "

Derfeta Şêxa nema tu tiştên xwe bi xwe re bibe. Lê di nav çend deqeyan de, xwe dît ku di nav gundiyên ku ji ber bombebaranê koçber bûbûn de ye. Ji wê demê û şûn de ew û malbata xwe bi zorê ji erdên xwe hatin koçberkirin.

JIYANA DI NAV DÎWARÊN TENG DE

Zêdetirî 6 sal e Şêxa û zarokên wê li dibistanek bajarê Til Temirê dimînin ku veguheriye stargehek ji bo kesên bi zorê koçber bûne. Odeya ku Şêxa û zarokên wê lê dimînin teng e, dîwar kevin in û nivîn jî kêm in. Lê Şêxa hewl dide hestek aramiyê bide malbata xwe û dibêje, "Koçberî dijwar e, lê ew îradeya me têk nabe. Ez hewl didim hêviyê di nav malbat û cîranên xwe de biçînin.  Ez ji wan re qala mal û gundên xwe dikim. "

Şêxa dibêje jiyana li stargehê dijwar e, av kêm e, elektrîk qut dibe û xwarin têra malbatan nake, lê tevî vê yekê jî her timî hêviyê dide derdorê.

KILIDA MALÊ WINDA NEBÛYE

Şêxa kilîda mala xwe ya li gund di çenteyê xwe de dihêle, her gava ku ew bêhêvî dibe, kilîdê derdixe, dest lê dide, bêhn dike û hembêz dike. Şêxa der barê mijarê de got "Ev kilîda jiyana min e. Her gava ku ez wê hildigrim, ez hest dikim ku ez li ber deriyê mala xwe me, vedikim û dikevim hundir, wekî ku min her sibeh dikir. "

kilîd ji bo Şêxa êdî ne tenê semboleke madî ye, lê bûye şahida koçberiyê. Her wiha soza vegerê ye û peyamek ji bo zarokên wê ku çiqas koçberî dirêj be jî lê ax nayê jibîrkirin.

HÊVIYA VEGERÊ

Salên dirêj derbas bûn, lê Şêxa bêhêvî nebûye. Ew nûçeyên deverên dagirkirî dişopîne, ji bo roja vegerê amade ye mîna ku dê sibê biçe.

Şêxa kilîda di destê xwe de hilda, bi çavên tije hêvî got: "Ez ê mala xwe nefiroşim û axa xwe jî bernedim. Roj wê were ku ez dikarim deriyê xwe bi vê kilîdê vekim û careke din li ber derî yasemînan biçînim. "

(k)

ANHA