Zarokên şehîdan 4’ê Nîsanê pîroz kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê bi boneya 4’ê Nîsanê şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

Zarokên şehîdan 4’ê Nîsanê pîroz kir
Zarokên şehîdan 4’ê Nîsanê pîroz kir
Zarokên şehîdan 4’ê Nîsanê pîroz kir
Zarokên şehîdan 4’ê Nîsanê pîroz kir
Zarokên şehîdan 4’ê Nîsanê pîroz kir
Zarokên şehîdan 4’ê Nîsanê pîroz kir
Zarokên şehîdan 4’ê Nîsanê pîroz kir
Zarokên şehîdan 4’ê Nîsanê pîroz kir
Zarokên şehîdan 4’ê Nîsanê pîroz kir
27 adar, 2025   14:55
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist. Şahî li avahiya PYD’ê bi amadebûna malbatên şehîdan, endamên meclisa leşkerî û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê hat lidarxistin.

Di şahiyê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Foza Yûsif axivî. Foza Yûsif 4’ê Nîsan pîroz kir û got: "Em ronahiya rojbûna Rêber Apo di çavên zarokên şehîdan de dibînin ku bûne sembola israr û fedakariyê. Wê Rêbertî di dilê me de bimîne. Em ê wefadarên ramanên wî yên azad bin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ehmed jî axivî û got: "Em soz didin malbatên şehîdan ku em ê heya azadiya gelê xwe şopdarên rêya şehîdan bin."

Di şahiyê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê Xaliya Qasim anî ziman ku divê malbatên şehîdan zarokên xwe li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezin bikin û rojbûna wî bikin boneya nûkirina sozê û dilsoziya bi ramanên wî re.

Di dawiya şahiyê de malbatên şehîdan û zarokên wan li ber stranan govend gerandin.

(bb)

ANHA