Ava Îranê dikele – RAUF KARAKOÇAN

Ava Îranê dikele – RAUF KARAKOÇAN
1 îlon, 2025   06:30

Dewleta Îslamî ya Îranê, di rêya buyina hêzeke herêmî de hemû dem, enerjî û derfetên xwe bi kar anîn û di vê mijarê de gihîştiye dawiya rê. Ji vir û şun de rêya ku tê de bimeşe nemaye. Şerên wekaletê yên didan meşandin û stratejiya wê ya polîtîkaya derve hilweşiya. Êdî ezameta xwe ya berê winda kiriye. 

Di şerê Îsraîlê de Îranê qet piştgiriya mutefîkên xwe yên wek Rusya û Çînê nedît. Taybet hevkariya wê ya Rusyayê re li ser dîyarkirina qedera Suriyê xerab bû. Di pirsgirêka Ukrayna de DYA û hinek Rusya nêzî hev bûn û ev jî dê bi xwe re durketina Rusyayê ya ji Îranê bîne. Vê rewşê ji niha ve rê li ber tenêmayina Îranê vekiriye. Rayedarên Îranê dibêjin ‘Rusyayê polîtîkayên me yên ewlekariyê dane Îsraîlê’. Sedema mirina serokkomarê berê yê Îranê Reîsî yê ku di qezaya balafirê de mirîbû jî bi agahîdayina Rusan a ji bo Îsraîlê ve girê didin. Ger ku ev rast be tê wê wateyê ku navbera wan vebuye û bêbawerî ketiye nava têkiliyên wan.

Di destpêka polîtîkayên bi pirsgirêk ên Îranê de bernameya wan a nukleerê heye. Bi salan e bernameya Îranê ya Nukleerê vegeriyaye çîroka mar. Di navbera Yekîtiya Ewropa û Îranê de ji muzakereyên salan ên derheqê bernameya nukleerê de tu encam derneket. Dîyare ku di mijara demê de êdî tehemmula YE û DYA nemaye, di vê mijarê de dema ku hatiye diyarkirin jî zêdetir li ser re derbas buye. Ji xwe Îrana ku xwe ji vê peymanê kişand ev mijar ji bo xwe vegerand mijareke man û nemanê. Ji bo ku xwe li hember gefên derve bigire ewlehiyê ji bilî pêşxistina bernameya nukleerê, berbijêrkeke wê jî nemaye. 

Qadeke bi pirsgirêk a Îranê ya din jî polîtîkaya wê ya derve ku li ser dijberîya Îsraîl û antî sîyonîzmê hatiye avakirin e. Di vê mijarê de piştgiriya wê ya ji bo hêzên dijberên Îsraîlê ye. Piştgiriya wê ya ji bo Haşdî Şabî, Hamas, Hîzbûllah û Husîyan vegeriyaye şerê vekâletê yê li dijî Îsraîlê. Sedemeke şerê Îsraîlê yê li Gazeyê, erîşên li dijî Hîzbûllah û Husîyan jî polîtîkayên Îranê yên antî-Sîyonîst in.

Dê alîgirên şerê di navbera Îran û Îsraîlê de zêde bibin. Ger ku ev rewş vegere şerekî ku YE, DYA, NATO û Îsraîlê dijî Îranê bi hev re tevbigerin, divê mirov şaş nemîne. Dê ev kar bigihêje vê astê. Nîşane û pêşxebatên vê ji niha ve tên dîtin. Feyde heye ku bê gotin, ‘ji bo Îranê şerekî nû li ber derî ye’. 

Îran di rewşa şerekî gengaz de, wekî Tirkiyeyê (Di vê mijarê de hê jî gaveke şênber nehatiye avêtin), li şuna ku bi Kurdan re deriyê aştiyê vebike, hewl dide li ser navê xurtkirina enîya hundurîn, muxalefetê bitepisîne û bi perçiqandina eniya hundir re, bigihêje encamekê. Gelek girtin, hejmara zêdebûna îdaman, zêdebûna êrîşên li hember gelên Kurd û Beluc diyare ku ji ber tirsa şerê ku nêz dibe ye. 

Erîşên pergala Îranê yên li dijî Kurdan û beşên din ên mûxalîfan dê ji vir û şun de jî zêdetir bibin. Melle, dê wek kesên ku sendroma Reva Amokê (dînatî) jiyan dikin tevbigerin. Ji ber tirsa têkiliyên QSD-DYA, vebûna qorîdora Dawud a di navbera Rojava û Îsraîlê de û têkîlyên gengaz ên ku bi Îsraîlê re bên çêkirin, Îran dê li dijî Kurdan polîtîkaya erîşan bişopîne. Divê mirov li bendê be ku dê taybet li hember PJAK’a ku li ser Kurdên Rojhilat bi bandore û PKK ya ku xwe fesix kiriye hamleyan bike. Îran pêşiya ku bikeve şerekî berfireh, dixwaze muxalîfên enîya hundur biperçiqîne û bi vî awayî ji asta xeterbuyinê derxîne.

Sedema vegerandina aloziya têkildarî hebûna hêzên Haşdî Şabî ya li Iraqê jî şerê ku gav bi gav nêz dibe ye. Belavkirin an jî entegrekirina Haşdî Şabî ji bo Iraqê jî dê bibe bijarteyeke zehmet. Mijara Haşdî Şabî di nava xwe de potansîyela bandorkirina hilbijartina pêşerojê ya parlementoya Iraqê dihewîne. Ji ber vê yekê, ev qeyran li benda çareseriyê ye. Ger wisa nebe dê bibe hedefa îsraîlê û şer bigihêje Iraqê jî.

Îran ji ber netew dewlet û kevneşopiya qedîm a dewletê, bi pirsgirêkên pir ciddî re rûbirû ye. Bi dewleta teokratîk dixwaze deshilatdariya xwe bi perçiqandina muxalîfan bidomîne. Pêkanînên ji demokrasiyê re girtî, tepisandina hindikahiyan û polîtîkayên îdamê tên wateya ku bi awayekî cidî êdî rejîm nikare xwe bidomîne. Şoreşa Îslamê di nava xwe de vegeriyaye pergaleke rizî.

Dê di dema pêş de zêdetir behsa Îranê were kirin. Şerekî nû yê li hember Îran a ku di şerê 12 rojan de birîndar bû, an dê guhartina deshilatdayiyê bîne, an jî dê wek Suriyeyê şerekî navxweyî çêbike. Avabûna koalîsyoneke şer a li dijî Îranê jêveneger e. Ger ku li eniya Îranê şerek destpê bike, dê wê demê şerê Gaze û Ukranyayê jî bi awayekî biqede, Hîzbullah were bêçek kirin û Husî jî werin bêbandor kirin. Ji bo ku di yek eniyê de bi Îranê re şer were meşandin û encam were girtin divê eniyên din werin biçûk kirin. 

Êdî dawî li Îslama sîyasî ya li Tirkiyê û dewleta Îslamî ya Îranê hatiye. Tirkiye û Îran bi qasî ku xwe veguherînin, demokrasiyê daqurtînin û aştiya bi cudahiyên cîvakî pêk bînin, wê karibin hebûna xwe bidomînin. An wê bi biryara demokrasiyê dîrokê binivîsînin, an jî dê rejîmên heyî bi demê re hilweşin û di dîrokê de winda bibin!