Zarokê ketiye bîrê jiyana xwe ji dest da

Zarokê bi navê Enwer Lazgîn ê ku ketibû bîrekî bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest da. Tîmên awarte cenaze ji bîrê derxist.

Zarokê ketiye bîrê jiyana xwe ji dest da
19 îlon, 2024   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîmên awarte zarokê bi navê Enwer Lazqîn ê ku ketibû bîrê derxist û rakir nexweşxaneyê.

Nûçegihanê me ji Hesekê daxuyand ku beriya çend kêliyan tîmên awarte bi alîkariya şêniyan zarokê bi navê Enwer Lazgîn (8) ji bîrê derxistbû û yekser rakirin nexweşxaneyê.

Nûçegihan diyar kir ku zarok jiyana xwe ji dest da. Ew zarok li nêzî sûra dibistana Lebîd a li taxa Nasira ya bakurê bajarê Hesekê ketibû bîrê.

(fr)

ANHA