Ferzkirina pereyan û gefxwarinên li dijî Efrîniyan zêde bûn

Li kêlek hers, nerazîbûna gel û xwepêşandanên redkirina sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, dîsa jî çete li hemberî xelkê Efrînê pereyan ferz dikin û gefan li wan dixwin.

Ferzkirina pereyan û gefxwarinên li dijî Efrîniyan zêde bûn
Ferzkirina pereyan û gefxwarinên li dijî Efrîniyan zêde bûn
Ferzkirina pereyan û gefxwarinên li dijî Efrîniyan zêde bûn
Ferzkirina pereyan û gefxwarinên li dijî Efrîniyan zêde bûn
Ferzkirina pereyan û gefxwarinên li dijî Efrîniyan zêde bûn
19 îlon, 2024   18:41
HELEB
MIHEMED EBDO

Li hemberî daxwazên şêniyan ên berdana welatiyên revandî û rawestandina ferzkirina pereyan çeteyên dewleta Tirk a dagirker ferzkirina pereyan zêde kirin.

Artêşa Tirk a dagirker di vê dawiyê de ferman da ku çeteyên bi navê ʹSiqor El Şîmalʹ werin helandin û tevahî qadên lê dimînin radestî ʹNobetdarên Sînor û Polîsên Leşkerîʹ bibin. Piştî vê yekê çeteyên bi navê ʹHêza Hevbeşʹ ên ku destên wan di êrişên dawî yên li gundê Kaxirê de hene, li şûna çeteyên ʹSiqor El Şîmalʹ li hin gundên girêdayî bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî bi cih bûn.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên ʹHêza Hevbeşʹ yan ʹEmşatʹ an jî ʹHemzatʹ li şûna daxwazên şêniyan bi cih bînin, pereyekî mezin li ser xelkê Efrînê ferz kirin. Şênî li pêşberî 3 vebijêrkan hiştin, yan ew ê ji 8 heta 11 dolaran ji bo her darekê bidin, yan jî ji sedî 40 berhemên wan wergirin, an jî xwediyên zeviyan li ser kaxizekê îmze bikin ku ji 20 heta 25 dolaran deyndarî çeteyan in.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku xwediyên gelek zeviyên zeytûnan bi taybet ên ku darên wan hindik in, gundên xwe terk kirin û berê xwe da bajêra Efrînê. Şêniyan bi vê yekê xwest ku bibêjin ew ê zeytûnên xwe bê çinîn bihêlin û pereyan nadin çeteyan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên ʹPolîsa Leşkerîʹ yên dewleta Tirk a dagirker, piştî bi darê zorê xwepêşandan belav kir, 18 xwepêşandêr li bajarê Efrînê revandin.

(mh)