Zanîngeha Raperîn ji bo Rojava kampanyayek alîkariyê da destpê kirin

Zanîngeha Raperînê ragihand ku ew îro bi dirûşmeya ‘Heya Raperîn mabe, Rojava ne bi tenê ye’ kampanyaya alîkariya ji bo Rojava didin destpê kirin.

Zanîngeha Raperîn ji bo Rojava kampanyayek alîkariyê da destpê kirin
27 ÇILE, 2026   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo berxwedan Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dike. Divê çarçoveyê de zanîngeha Îdareya Raperîn ya serbixwe ku girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ye, kampanyayek alîkariyê ragihand.

Zanîngeha Raperîn bi daxuyaniyekê ragihand ku ewê îro bi dirûşmeya ‘Heya Raperîn mabe, Rojava ne bi tenê ye’ kampanyayek komkirina alîkariyan ji bo Rojava didin destpê kirin.

Rêveberiya zanîngehê di daxuyaniya xwe de ragihand ku her kes dikare, pere, xurek, şîr, cil û berg, pêdawîstiyên zivistanê, betenî, doşek wek alîkarî bide.