Şaredariya Kobanê tîmên agirkujiyê xelat kirin

Şaredariya Gel a Kobanê tîmên agirkujê yên bajêr ku bi roj û şevê seferber in, xelat kirin.

Şaredariya Kobanê tîmên agirkujiyê xelat kirin
22 îlon, 2026   11:36
KOBANÊ

Şaredariya Gel a Kobanê ji ber hewldanên mezin û fedakariya wan a di parastina bajêr û gundewarên wê de, spasiyê tîmên agirkujiyê kir û endamên wan xelat kirin.

Şaredara Kobanê Almaz Romî got ev tîm bi şev û roj seferber in, da ku mal û welatiyan biparêzin û got: “Ev tîm di rûbirûbûna şewatan û rûdanên lezgîn de bi lez û bez tev digerin ku ev yek nîşana dilsoziya wan a bilind beramberî civakê tê.”

Almaz Romî diyar kir ku karê tîmên agirkujiyê mîsyoneke mirovî û pîroz e ku di bin şert û mercên dijwar de tê meşandin.

(so)

ANHA