YRA’yê 9 saliya Star FM’ê pîroz kir

YRA’yê salvegera 9’emîn a damezirandina Star FM pîroz kir û diyar kir ku Star FM “mohreke geş di rêwîtiya çapemeniya azad de ye ku jin pêşengiya wê dikin”.

YRA’yê 9 saliya Star FM’ê pîroz kir
15 kanûn, 2025   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi peyamekê salvegera 9’emîn a damezirandina radyoya Star FM pîroz kir.

Peyama YRA’yê wiha ye:

"Em salvegera 9’emîn a damezirandina Radyoya Star FM ku dengê jin û jiyanê ye û platformek azad a bi wêrekî êşên jinan û dozên civakî gihandiye pêlên radyoyê, pîroz dikin.

Ji destpêkirina wê di 15’ê Kanûna 2017’an de li Tirbespiyê heta vegera wê ya îro li bajarê Qamişlo ji bo destpêkek nû, piştî salên ked û berhemdariyê yên dijwar, Star FM bûye ezmûnek pêşeng û di kesayeta şoreşa jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye der ku nûnertiya azwerî, têkoşîn û afrîneriya jinan dike.

9 salên weşanê tije bernameyên çandî, siyasî, civakî, hunerî û nameyên hêvî û jiyanê bûn. Bi keda jinan ragihandina azad bû sentezeke veguherîn û avakirina civakeke dadwer. Heya îro jî Star FM qadeke jinan û mohreke geş di rêwîtiya ragihandina azad de ye ku jin pêşengiya wê dikin.

Bi vê boneya giranbuha, em hevkarên xwe yên jin, kedakarên radyoya Star FM silav dikin ku pêvajoya nû ya kar li Qamişlo dest pê dikin. Hêviya me jî ew e ku rêwîtiya we ber bi heqîqetê ve her serkeftî be û Star FM bimîne dengê rasteqîn ê her jin, mal û koşeyê.