YRA; Çavkaniyek bihêz a ragihandina rastiyan
Yekitiya Ragihandina Azad di sala 2012’an de ji bo parastina mafên rojnamevanan û belavkirina çanda çapemenî û ramanên azad hat avakirin. Çav li kongreya 7’an a YRA’yê ye ku veguhere saziyek li gelemperiya Sûriyeyê.
13’ê Tîrmeha 2012’an gelek rojnamevan, akademîsyen û rewşenbîran li bajarê Amûdê kom bûn û bi armanca parastina mafên rojnamevanan û parastina azadiya derbirînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê damezirandina Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ragihand. YRA’yê ji dema damezirandinê ve hewl da nirxên azadî, dadmendî û wekheviya zayendî xurt bike û performansa rojnamegeriyê bi rêya birêxistinkirina dewreyên perwerdeyê, parastina mafên rojnamevanan û pêşxistina têkiliyan bi saziyên medyayê yên herêmî û navneteweyî re baştir bike. Her wiha ji bo belavkirina çanda jiyana hevbeş û mîsogerkirina azadiya bidestxistina agahiyan, kar û xebatê dimeşîne.
Damezirandina YRA’yê ji bo birêxistinkirina karê saziyên çapemeniyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne vekirin, her wiha ji bo pêşwazîkirina şandeyên medyayê yên ku bi armanca naskirina ezmûna bêhempa û berxwedana pêşeng a herêmê dihatin herêmê, pêdiviyeke lezgîn bû. Zêdetirî vê yekê pêdivî bi dezgeheke çapemeniyê ya alternatîf hebû ku heqîqetê bişopîne û peyama durist a şoreşê ragihîne.
Avabûna YRA’yê wek bersiv ji bûyerên ku bi lez diqewimin re tenê nebû, lê di heman demê de erkeke mecbûrî ya li hember arîşeyên dijwar bû, bi taybetî destwerdana aşkera ya hêzên navneteweyî û herêmî di qada Sûrîyeyê de ku amûrên medyayê yên berfireh hatin bikaranîn da ku rêça şoreşê xirab bikin û wê manîpule bikin û di encamê de xizmeta ajandayên xwe bikin. Li vir, yekitiyê roleke girîng di rêberiya saziyên medyayê û rojnamevanan de lîst û li hemberî hewldanên reşkirinê bû bersiv, her wiha roleke mezin di ragihandina dengê heqîqetê û rewşa li ser erdê de lîst.
Sazûmaniya rêxistinî ya YRA’yê ji Kongreya Giştî, Hevserokatî, Meclisa Giştî, Desteya Rêveber, komîteyên perwerde, hiqûq û diravî pêk tê. YRA’yê di kongreyên xwe yên li pey hev de, pêşxistina performansa xwe û nûjenkirina sazûmaniya xwe li gorî geşedanên siyasî, îdarî û ewlehiyê yên li herêmê wek armancên esasî danîne pêşiya xwe.
Di sala 2015’an de, YRA’yê pergala hevserokatiyê wek gaveke nû di asta saziyên medyayê û sendîkayan de pejirand. Her wiha plan û bernameyên periyodîk danîn, endametiya wê ji bo rojnamevan û pisporên medyayê bû çavkaniya serbilindiyê. Vê yekî jê hişt ku li ser asta xwecih, herêmî û cîhanê were pêşwazîkirin.
YRA’yê di kongreyên xwe de hewl da tevgera medyayê li gorî veguherînên şoreşê pêş bixe. Di kongreya duyemîn (2015) de, kêmasî û rêbazên ji nû ve avakirinê nîqaş kir. Her wiha rêziknameyek nû pejirand da ku performansek bibandortir misoger bike. Di kongreya sêyemîn (2017) de, guhertinên girîng hatin pejirandin, ji wan guhertinan jî vekirina şaxên YRA’yê li Reqa û Minbicê û amadekirina raporek salane li ser rewşa medyayê û binpêkirinên li dijî rojnamevanan.
Di kongreya çaremîn (2018) de, li ser pirsgirêkên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê derketine, nîqaş hatin kirin. Rêzikname hat guhertin, her wiha hejmara endamên meclisê hat kêmkirin ku ji 22 endaman daket 9, prensîba wekheviya zayendî di hemû desteyên yekitiyê hat pejirandin û biryar hat dayîn ku kongre du salan carekê were lidarxistin.
Di kongreya pêncemîn (2020) de, beşdaran teqezî li ser pêwîstiya bilindkirina pîşeya medyayê û rûbirûbûna şerê ragihandinê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû bi rû ye kirin. Her wiha teqezî li ser avakirina komîteyek taybet ji bo organîzekirina çalakiyan û hilbijartina hevserokatiya nû kirin.
Li gel alozî, şer û dagirkirî ku şopên kûr li ser civakê kirine, rola ragihandinê wekî amûreke sereke ya ragihandina heqîqet û berxwedanê derket pêş. Ev yek di kongreya 6’an (2022) ya YRA’yê de diYRA bû ku bi dirûşma " Pêkve ber bi ragihandineke bîrewer, berpirs û sincî ve" hat lidarxistin. Di kongreyê de bal kişandin ser girîngiya pêşxistina rola YRA’yê di pêkanîna guhertinan û jinûve sazkirina sazûmaniyê li gorî pêvajoyê.
YRA’yê di Tebaxa 2023’yan de fermî tev li Federasyona Navneteweyî ya Çapemeniya Erebî bû ku navenda wê li Brîtanyayê ye. Federasyon ji gelek sazî û sendîqeyên ragihandinê yên li cîhana ereban, Rojhilata Navîn û Afrîkayê pêk tê.
Yekitiya Ragihandina Azad di rêwîtiya xwe de di rêya ragihandina heqîqetê de gelek şehîd dane, ji wan nûçegihanên ajansa me Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed, Rizgar Deniz, Seed Ehmed Îsam Abdullah, Cîhan Bîlgîn, nûçegihanê Ronahî TV’yê Mistefa Mihemed, rojnamevan Nazim Daştan û Egîd Roj.
Li gel guhertinên bingehîn ku li Sûriye û Rojhilata Navîn rû didin, bi taybetî piştî rûxandina rejîma Baas’ê cara yekemîn an ku sibe (15 Hezîran) kongreya 7’an a YRA’yê wê were lidarxistin. Hêvî hene ku YRA’yê veguhere saziyeke giştî ku bandora wê bighêje gelemperiya Sûriyeyê ku bibe dengê heqîqet, îradeya gelan û bendewariyên wê ber bi çapemeniyeke azad a profesyonel ve.
(bb)
ANHA