YPJ’ê dîmenên çalakiyekê weşandin

Di çalakiya şervanên YPJ’ê ya li dijî erbeyeke çeteyan de, erebe hate teqandin û çeteyekî tê de jî hate kuştin.

YPJ’ê dîmenên çalakiyekê weşandin
7 adar, 2025   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê têkildarî çalakiyeke li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker agahî dan. 

Di daxuyaniya nivîskî ya li ser mijarê de hate gotin: “Yekîneyên Şehîd Ronahî Yekta di 6’ê Adarê li gundê Elûş nêzîk Bendava Tişrînê seyareyeke çeteyan ku di tevgerê de bû, keşif kir.

Di encama çalakiya yekîneyên me de seyare hate îmhakirin. Di çalakiyê de çeteyek hate kuştin.”