Li bakurê Til Temirê şewatek hat kontrolkirin

Tîmên Hawarçûnê bi alîkariya şêniyên gundê El Eboş ê Til Temirê şewatek li derdora gund kontrol kir.

Li bakurê Til Temirê şewatek hat kontrolkirin
2 hezîran, 2026   19:53
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji bajarê Til Temirê daxuyand ku tîmên hawarçûnê bi piştgiriya şêniyên herêmê şewata li derdora gundê El Eboş ê bakurê Til Temirê vemirand. Beriya ku agir bi rûberên berfireh bikeve hat vemirandin..

Tîmên agirkujiyê û şêniyan şewat kontrol kir,  beriya ku zirarên mezin bide zeviyên derdorê.

Tîmên Hawarçûnê bi hevkariya şêniyan, ji bo kêmkirina zirarê û parastina erd û milkê herêmê, li gorî agahiyên tên dişopînin û bi lez bersivê didin bûyeran.

(fr)

ANHA