‘YPJ ji bo parastina jinên Sûriyeyê hêzeke bingehîn e’

Dayikên şehîdan diyar kir ku ew ê her piştgiriya şervanên xwe bikin û tev li nava kampanyaya piştgiriya YPJ’ê bibin heya YPJ di sazûmaniya Wezareta Parastinê de cih bigire.

‘YPJ ji bo parastina jinên Sûriyeyê hêzeke bingehîn e’
7 gulan, 2026   03:10
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava di 26`ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û daxwaza beşdariya wê di sazûmeniya Wezareta Parastinê de da destpêkirin.

Têkildarî beşdarbûna YPJ’ê di nava sazûmaniya wezaretê de û mafên jinan di destûra Sûriyeyê de, dayikên şehîdan ji ajansa me re axivîn.

Dayika şervana YPJ`ê şehîd Canda Tolhildan, Leyla Reşad diyar kir ku hikumeta demekî di nava sîstema nû de mafê jinan qebûl nake. Leylayê destnîşan kir ku YPJ`ê di şerê li hemberî DAIŞˊê de têkoşîneke mezin da meşandin û jin ji qirkirin û kuştinê rizgar kirin û wiha axaftina xwe domand: "Şervanên me her di nava şer de bûn û ji bo parastina vê xakê canê xwe feda kir. Em jî wek dayikên şehîdan heya mafên jinan di destûrê de neyê misogerkirin û YPJ jî cihê xwe di nava artêşa Sûriyeyê negere, tu carî em dest ji têkoşîna xwe bernadin."

Leylayê wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Jinên Rojava tevahî bi YPJ`ê re ne. Eger ji me bêxwestin em dikarin bi şervanên xwe re çekan hilgirin û şer jî bikin. Tirsa dijmin a ji şervanên YPJ`ê bila ji bîr nekin. Eger YPJ`ê wek hêzeke fermî qebûl nekin, wê têkoşîna me xurttir bibe.”

Dayika şehîd Bêrîtan Dêrsim Fatmê Hesen destnîşan kir ku hebûna YPJ`ê hebûna jinan e. Eger YPJ di nava artêşa Sûriyeyê cih negire dê jiyana tevahî jinên Sûriyeyê di nava xetereyê de be. Fatmê wiha got: “Ji bo parastina vê xakê şervanên YPJ gelek temen dan, em jî ji bo YPJ`ê em her li qadan bin. YPJ`ê temsileya tevahî jinên Sûriyeyê dike. Yê ku dikare jinan ji qirkirin, koletiyê û tunebûnê xelas bike YPJ`ê ye. Em jî tev li kampanyayê dibin û piştgiriyê didin YPJ`ê da ku bi fermî di nava artêşa Sûriyeyê de cih bigire."

Dayika şehîd Rojda Efrîn Gulê Mihemed destnîşan kir YPJ 14 sal e di hundirê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê de ji bo parastin jinan têkoşînê dike. Her wiha di gelek hemleyên li dijî DAIŞ`ê de cih girtiye. YPJ` ê bi taybet di şerê li hemberî terorê ya li Kobanê desteftiyên mezin ji bo jinê bi dest xistin û herêmên Rojava ji êrîşan dan parastin.

Gulê diyar kir ku her dayik bi zarokên xwe serbilind in û wiha got: “Em her bi zarokên xwe serbilind, berxwedan û têkoşîna wan ji bo parastina xaka Rojava bû. Gelo çima YPJ`ê bi fermî nayê qebûlkirin di nava artêşa Sûrieyê de? Hebûna jinan jî di destûra Sûriyeyê de ji bo wan bitirse.”

Gulê Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Me azadiya xwe bi hebûna YPJ`ê misoger kir, ji ber vê yekê jî YPJ`ê hebûna jinan e. Eger di destûr û di nava artêşê de jin nebin, wê jinên Sûriyeyê di nava xeteriyek mezin de bijîn. Ji ber vê yekê divê têkoşîna jinan her li pêş be.”

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di 4’ê Nîsana 2013’an hat avakirin û di nava gelek pêngavan de cih girt û berê xwe dan Şengalê jî, her wiha YPJ armanc dike ku Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî û piralî ava bibe.

ANHA