Li Hemayê nexweşî zeytûnan tehdîd dikin; daxwaza çareseriyeke bilez

72 hezar hêktar ji darên zeytûnan li Hemayê rûbirûyî nexweşiyên metirsîdar e. Li beramber vê yekê gazincên şêniyan bê bersivên fermî tên hiştin.

Li Hemayê nexweşî zeytûnan tehdîd dikin; daxwaza çareseriyeke bilez
7 gulan, 2026   04:55
HEMA

Di demekê de ku berhema zeytûnê yek ji stûnên aboriya çandiniyê li Hemayê ye, cotkar ji ber belavbûna nexweşiyên çandiniyê yên xeternak û guhertinên avhewayê yên zû hişyariyê tehdîdkirina mewsiha îsal didin. Ligel vê yekê aliyên fermî zû bersivê nadin û tu tedbîrên parastinê yên pêşwext tune ye.

Li parêzgeha Hemayê 72 hezar hêktar erd bi darên zeytûnê hatiye çandin. Ev berhem jêdara qûta sereke ya bi hezaran malbatên çandiniyê dikin e.

AVATÊN KULÎLK Û LUBAN TEHDÎD DIKIN

Li gorî nûçegihanê me şopandiye û şahidên cotkarên ji gundewarê rojavayê parêzgeha Hemayê, deverên ku şilbûna wan zêde ye nexweşî lê zêde ne, bi taybetî kêzika zeytûnê, nexweşiya çavê tawisê û kêzika psîlîd. Ev yek di qonaxên kulîlkdan de xeternaktir dibin, derengketina derman jî dibe sedem ku zirar du qat bibe.

Cotkar Salim Merhic ê ji gundewarê rojavayê Hemayê dibêje ku cotkar ne ewqas hewceyî daneyan û amaran, lê belê pêdivî bi tedbîrên rastîn ên li ser erdê hene û got: "72 hezar hêktar darên wan ên zeytûnên hene. Ev tê wê wateyê ku ev berhem çavkaniya debara nîvê cotkarên li parêzgehê ye. Lê pêdiviya wan dermankirina daran û tîmên rênîşandana çandiniyê heye, ne soz û civînên ku venaguherin gavên rastîn."

آثار 

Cotkar Hena El Zên jî diyar kir ku wan mehek berê ji komeleya cotkaran dermanên kêzikan xwestiye, bersiva wan jî ev bû (niha tu pere tune ne). Gelo çima li şûna bertekên dereng ên ku tevahiya mewsimên me winda dikin, parastinek pêşwext tune ye?"

ZIRARÊN BERÊ Û HIŞYARÎ JI SENARYOYEK DUBARE

Cotkar Ziyad Miela jî anî ziman ku di mewsima par de ji ber hişkesaliyê û kêzikan zirarên hilberînê ji sedî 30 derbas kir û destnîşan kir ku şert û mercên avhewayê yên îsal zû dest pê kirin lewma divê bernameyek pêşîlêgirtinê herî kêm 2 meh berê bihata destpêkirin. Miela got: "Rayedarên peywendîdar hîn jî bi heman awayî dixebitin; li bendê ne ku kêzik belav bibin û dûv re bi awayekî bêserûber û ne têrker tev bigerin."

PIRSÊN DER BARÊ TEVGERA FERMÎ DE

Cotkaran hişyarî da ku nebûna bernameyên çavdêrîkirina zû û kontrolkirina pêşîlêgirtinê dikare zirarê zêde bike, nemaze ji ber ku zeytûn ji nîvê zêdetir dewlemendiya darên fêkîdar li parêzgehê pêk tînin. Ev jî damara aborî ye ku bi bersivdanên dereng nayê çareserkirin.

Bi nêzbûna qonaxa krîtîk a mewsimê re pirsa tê kirin ev e; Gelo aliyên eleqedar wê zû tev bigerin ku belavbûna kêzikan kontrol bikin, an jî werza zeytûnê li Hemayê ber bi windahiyên nû ve diçe?

(ac/fr)

ANHA