Rîhan Loqo: Em ê ji bo mafên jinan di destûrê de bên pejirandin têkoşînê bidomînin

Li Rojavayê Kurdistanê 20 sal e Kongra Star ji bo mafên jinan di aliyê civakî, siyasî, rêxistinî, hiqûqî de tê dikoşe û jinan gelek destkeftî bi dest xistine. Hikumeta demkî ya Şamê hebûna jinan û destkeftiyên wan napejirîne. Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo diyar kir ku ew ê ji bo mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de mîsoger bikin, tê bikoşin û di vê çarçoveyê de niha hevdîtin û hewldanên wan didomin.

Rîhan Loqo: Em ê ji bo mafên jinan di destûrê de bên pejirandin têkoşînê bidomînin
7 gulan, 2026   06:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên Rojavayê Kurdistanê li hemberî pergala desthilatdar a mêrserwer xwedî dîrokeke têkoşînê ne. Bi şoreşa Rojava (19 Tîrmeh 2012) re asta têkoşînê bilindtir kirin, ji bo Sûriyeyeke demokratîk di aliyê siyasî, leşkerî, civakî de xebateke mezin dan meşandin û berdêlên giran dan. 

Lê 8’ê Kanûna 2024’an, hêzên hegemon û dagirker ên wekî dewleta Tirk, bi awayekî demkî rêveberiya Sûriyeyê radestî çekdarên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) kir û mafên jinan, hebûn û azadiya wan ketiye bin xetereyeke mezin. Ji ber ku hikumeta demkî dixwaze Sûriyeyê bi hişmendiya tundraw a îslamî bi rê ve bibe. Ji ber vê sedemê niha yek ji mijarên herî zêde ketine rojevê maf û destkeftiyên jinan in.

Yek ji destkeftiyên herî mezin ên jinên Rojavayê Kurdistanê birêxistinbûna wan e ku bi salan e jin xwe di bin sîwana Yekitiya Star û niha jî Kongra Star de bi rêxistin dikin û doza mafên xwe yên civakî, aborî, siyasî, perwerde, wekhevî û parastinê dimeşînin. Em ê di vê rapora xwe de Kongra Star bidin nasîn û pirsa dê ji îro pê ve çi bike, bipirsin.  

Jinên Rojava 15’ê Çileya 2005’an yekem saziya xwe ya rêxistinî Yekitiya Star ava kirin. Jinan di bin sîwana Yekitiya Star de xebatên rêxistinî, perwerde û civakî meşandin. Piştî şoreşa Rojava 25’ê Sibata 2016’an kongreya xwe ya 6’emîn li dar xist, birêxistinbûna xwe berfirehtir kir û navê xwe kir Kongra Star. Bi demê re xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Lubnan, Ewropa û Başurê Kurdistanê jî birêxistin kir.

Kongra Star, bêyî ku civak xwe bispêre hêz û dewletê, gel xwe bi xwe bi rêxistin dike, saziyên xweser ku xwe diparêze, aborî, hiqûq, civak, dîplomasî û çandê ava dike û dibe neteweyek. Li hemberî feraseta desthilatdar a baviksalar, nîjadperest û kapîtalîzmê tê dikoşe û civakeke wekhev, azad û adil ava dike. Her wiha Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) wek hêza parastina jin dibîne û parastina hevjiyana aştiyane, beşdariya demokratîk bi nûnertiyên etnîk û olî di jiyana civakî, siyasî û çandî de dike.

Kongra Star bi rêya komîn, meclis, akademî û kooperatîfan xwe bi rêxistin dike. Bi rêya komîn û meclisan xwe di nava gund, tax, bajarok, navçe û bajaran de bi rêxistin dike. Bi rêya kooperatîfan aliyê aborî yê kollektîf bi pêş dixe û bi akademiyan jî xebatên perwerdeyê dimeşîne.

12 komîteyên wê yên civakî, siyasî, dîplomatîk, parastina cewherî, hiqûq û dadê, aborî, daraî, çand û huner, tenduristî, perwerde, çapemenî û ekolojiyê hene. Ev komîte girêdayî komîn û meclisan xebatan bi awayekî berfireh dimeşînin. Her wiha bi pergala hevserokatiyê di nava xebatên giştî de jî xwe bi rêxistin dike.

Piştî têkoşîna jinan, niha hikumeta demkî ya Şamê hebûna jinan di qada civakî, siyasî, hiqûqî û leşkerî de napejirîne. Li hemberî vê siyaseta hikumeta demkî ku jinan tune dihesibîne, dê Kongra Star çi bike?

‘JI BO MÎSOGERIYA MAFÊ JINAN DI DESTÛRÊ DE HEWLDAN Û HEVDÎTINÊN ME DIDOMIN’

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya ji bo parastina maf û destkeftiyên jinan bidomînin û wiha got: “Em ê li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî têkoşîna xwe bidomînin, armanca me ew e ku tecrubeya xwe li tevahî Sûriyeyê belav bikin. Ji bo mafê jinan û ciwanan di destûrê de mîsoger bikin em ê tê bikoşin. Di vê çarçoveyê de niha hevdîtin û hewldanên me didomin.”

(bî)

ANHA