YPJ: Hêzên me li hemû çeperan amade ne

Fermandariya Giştî ya YPJ ragihand ku peymana ku bi navbeynkariya hêzên navneteweyî di navbera QSD’ê û hikûmeta demkî ya Şamê de hatibû îmzekirin, bi saetên siharê re hat binpêkirin.

YPJ: Hêzên me li hemû çeperan amade ne
17 ÇILE, 2026   23:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YPJ li ser malpera xwe bi daxuyaniyêkê ragihand ku peymana ku di navbeynkariya hêzên navneteweyî, di navbera QSD’ê û Hikûmeta demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin. Di saetên sibê dema ku hêzên YPJ’ê û QSD’ê ji heremên Dêr Hafir û Mesken paşve dikişiyan, hate binpêkirin. 

YPJ’ê diyar kir ku çeteyên hikûmeta demkî xwestin bi rêya çeteyên dewleta Tirk bajarên Tebqa û Reqa jî dagir bikin û berê xwe bidin herema Cizîrê. Lê hêzên me hemû êrişên wan di çarçoveya mafê rewa de bersivandine. Heya niha gelek kuştî û birîndarên wan hene.

Ger çeteyên hikûmeta Şamê van êrişan nedin sekinandin û berdewam bikin em ê wek hêzên YPJ’ê ji bo hemû destkeftiyên şoreşa mirovahiyê biparêzin, bi taktik û performansa nûjen re bersiva wan bidin.

YPJ`ê her weha ragihand ku hemû hêzên wan bi biryardariyeke mezin li hemû çeperan cihê xwe girtine û ji bo her cureyê êrişê bidin sekinandin, û ger pêwîst be pêşde biçin jî amade ne.