Şervanan li Siwêdayê êriş çekdaran kir

Şervanên li Siwêdayê êriş hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kirin. Her wiha Îsraîlê kombûneke hêzên hikumetê li dora avahiya navenda polîsan a li Siwêdayê bombebaran kir. Beriya wê bi 2 seatan nêzî avahiya şaxa Ewlekariya Cezayê bombebaran kiribû û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Şervanan li Siwêdayê êriş çekdaran kir
15 tîrmeh, 2025   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên xwecih, ragihand ku şervanên Siwêdayê li gelek eniyên bajarê Siwêdayê êriş çekdaran kirine.

Tora Siwêyda 24 bi bîr xist ku li gelek deverên dora bajarê Siwêydayê şerên dijwar derketine. Piştî darvekirina sivîlan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz ve yên ku ketin bajêr, tundî careke din gûrtir bû.  

Di heman çarçoveyê de, balafirên şer ên Îsraîlê li dora avahiya navenda polîsan a li Siwêdayê kombûneke hêzên hikumetê bombebaran kir.

Beriya wê bi 2 saetan jî, balafirên şer ên Îsraîlê kombûneke din a hêzên hikumeta veguhêz ku li nêzî avahiya şaxê Ewlehiya Cezayê bûn, bombebaran kir û di encamê de gelek ji wan hatin kuştin û birîndar bûn.

Her wiha balafirên Îsraîlê li rojavayê bajarê Swêdayê karwanekî leşkerî yê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê kire armanc û di encamê de endamekî wan hate kuştin. Agahî hene ku hejmara birîndaran zêde be.

Di heman demê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Siwêdayê tankeke hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bombebaran kiriye û bi temamî ruxandiye.

(ac-şx)

ANHA