YJK-E: Divê serdana El Colanî bê betalkirin

YJK-E'yê têkildarî serdana serokê hikumeta demkî Ahmed El Şeri ya li Berlînê, bang li Almanyayê kir ku divê vexwandina wî bê betalkirin.

YJK-E: Divê serdana El Colanî bê betalkirin
14 ÇILE, 2026   22:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Kurd a Almanyayê (YJK-E) daxwaza betalkirina serdana serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri kir ku tê payin bê Almanyayê. YJK-E'yê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ji Serokwezîrê Almanya xwest ku vexwandinê betal bike.

Di daxuyaniya YJK-E'yê de wiha hat gotin: "Roja Sêşemê piştî nîvro hate eşkerekirin ku serokkomarê demkî yê qaşo yê Sûriyeyê El Colanî (Ehmed El Şeri) wê Duşema bê, 19'ê Çileya 2026'an biçe Berlînê. Li wê derê wê bi Serokwezîrê Federal Merz re li ser polîtîkaya koçberan û dersînorkirina ji bo Sûriyeyê hevdîtinê bike.”

EM LI DIJÎ VÊ SERDANÊ NE

Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “Wekî Tevgera Jinên Kurd a li Almanyayê (YJK-E) em bi biryardarî li ber vê serdanê radibin. Yên ku El Colanî li Berlînê dikin mêvan, divê zanibin ku vê rejîma ji şer, kuştin û sirgûnê berpirsyar e rewa dikin. Serokwezîrê Federal Merz Mijdara 2025'an daxuyaniyek da û diyar kir ku li Sûriyeyê şerê navxweyî qediya, ji ber vê yekê jî li ser mijara vegera penaberan girîng e ew danûstandinan bike. Bi vî rengî vexwendînameya xwe mafdar nîşan da.”

JI BO PÊŞÎGIRTINA ŞER EL COLANÎ NIKARE BIBE HEVALBEND

Di daxuyuaniyê de hat destnîşankirin ku dîmenên ku rojên derbasbûyî ji Helebê belavî cîhanê bû berevajî vê yekê nîşan dide û wiha hate gotin: “ Ji ber êrişên milîsên Îslamî yên bi lîderiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li taxên Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd bûn, gelek mirov hatin kuştin, bi sedan kes hatin revandin, bi sed hezaran kes ji cih û warê xwe bûn. Êrişên bi heman rengî Tîrmeha 2025'an li herêma as Suweida ya li rojavayê Sûriyeyê qewimî bû. Li wir jî milîsên cuda bi çeteyan re Durzî qetil kirin, revandin û ji warê wan kirin. Çi li Helebê çi li Siwêdayê, dîmenên ku sûcê şer radixe pêş çavan bi şênberî nîşan dide ku El Colanî yê sala 2003'an tevlî El Qaîdeyê bû welêt çawa bi rê ve dibe.

Ji bo pêşîgirtina li şer, sirgûn û derve El Colanî nikare bibe hevalbend. Berevajî, polîtîkaya wî dibe sedem ku mirovên li Sûriyeyê ji êrişan birevin û welêt biterikînin. 'Hikumeta demkî' a Îslamî li ser hemû hindikahiyên li Sûriyeyê gefek e. Vexwendînameya dewletê ya fermî ya Serokwezîrê Federal Merz vê polîtîkayê rewa dike. Ev yek li hemberî Kurdan, Druziyan, Elewiyan û hindikahiyên din û muxalîfên Sûriyeyê bêhurmetî ye.

Hikumeta Federal a Elman li şûna ku li ber polîtîkaya li dijî hiqûqa navneteweyî ya hikumeta demkî ya qaşo ya Sûriyeyê rabe, wê rewa dike. Ji ber vê yekê jî em bang li Serokwezîrê Federal Merz dikin ku vexwendînameya xwe vekişîne û serdanê betal bike. Her wiha em bang li raya giştî ya demokratîk û civaka sivîl a li Elmayayê dikin ku nerazîbûna xwe ji ber vê serdanê bînin ziman û li gel wan mirovên li Sûriyeyê bisekinin ku ji bo edalet û aştiyê têdikoşin."