ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-01-2026
15 ÇILE, 2026   02:00

Şêniyên bajarê Hesekê piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û diyar kir ku em amade ne ji bo parastina erdê xwe tev li refên berxwedanê bibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedar Beşar Nasar bêdengiya navneteweyî wek çavgirtina li sûcên sîstematîk ên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi nav kir. Her wiha destnîşan kir ku êriş, revandin û dorpêçkirinên berdewam li Heleb, Siwêda, peravê û deverên din krîza mirovî kûrtir dikin û êşa sivîlan zêde dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Yek ji parazvanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Harûn Heleb ku di nava tîma şervanên çalakiya fadayî pêk anîne de cih digirt û birîndar bû wiha behsa hevalên xwe kir: “Hertim bi coş bûn û bi wê coşê biryar dan ku xwe bigihînin asta têkoşerên demê ku xwe ji bo vî gelî feda bikin. Digotin ‘çi dibe bila bibe emê heta dawî şer bikin, canê xwe feda bikin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê ji bo şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Denîz Çiya, Hawar Qendîl, Rojbîn Hesekê, Dilbirîn Qamişlo û Feraşîn Efrîn ên ku di Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de şehîd bûbûn, li gundê Qorquling ê Kobanê merasîma sersaxiyê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş û çalakiyên bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê çêbûne tên lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN