Y.J.Ê.Rˊê bi boneya Ekîto peyamek da

Y.J.Ê.Rˊê cejna Ekîto li gelê Keldan, Suryanî-Asûrî û tevahî gelên herêmê pîroz kir û banga xebitînê ji bo avakirina siberojeke ewle û aram kir.

Y.J.Ê.Rˊê bi boneya Ekîto peyamek da
31 adar, 2026   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (Y.J.Ê.R) bi boneya cejna Ekîto peyameke pîrozbahiyê da, diyar kir ku Ekîto kûrahiya şaristaniyê û dîroka kevnar a gelên Mezopotamyayê nîşan dide.

Y.J.Ê.Rˊê amaje bi pêwîstiya xebata hevbeş ji bo avakirina siberojeke aştî û aram kir û bal kişand ser rola pêşeng a jinê di parastina nasname û çandê de.

Y.J.Ê.Rˊê peyama xwe bi vê gotinê bi dawî kir: "Her sal hûn di xêr û xweşiyê de bin, cejna Ekîto li hemûyan pîroz be."

(fr)