‘Jin bi hevgirtinê dikarin mafên xwe di destûrê de misoger bikin’

Şîrîn Oso diyar kir ku jinên Sûriyeyê bi hevgirtin û yekitiya xwe dikarin mafên xwe di destûra nû ya Sûriyeyê de misoger bikin û destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin.

‘Jin bi hevgirtinê dikarin mafên xwe di destûrê de misoger bikin’
1 nîsan, 2026   04:05
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

 Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokartîk (PYD) Şêrîn Oso têkildarî mafê jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de û parastina destkeftiyên şoreşê, ji ajansa me re axivî.

Şîrîn Oso destnîşan kir ku di Şoreşa 19’ê Tirmehê de jinan di hemû daqên jiyanê de cih girt, pêşengî kir.

Şîrîn Oso axaftina xwe wiha domand: "Em bi hêsanî negihaştine vê rojê, kedeke mezin hate dayîn. Me ji bo birêxistinbûn û xweserbûna xwe gelek ked da. Jinên li Sûriyeyê yên kurd, Durzî û Elewî divê yekitiya xwe ava bikin, ji bo ku bikarin rengê xwe û bi yekitiya xwe li hember hişmendiya desthildariyê tê bikoşin. Ji bo ku bikarin di destûrê de cihê xwe bigirin. Ji bo azadiya jinan û mafên jinan kes nikare biryarê bide, divê jin bi xwe biryara xwe bidin. Di vê pêvajoyê de jî gelek bertek û zehmetî jî dê hebin. Li hember hemû zehmetiyan divê biryara me hevgirtina jinên Sûriyeyê xurt be. Em bi yek reng û yek dengî hebûna xwe bidin qebûlkirin."

Şîrîn wiha pê de çû: “Di gelek cihan de rengê jinan heye, lê divê em ji vê yekê re jî şiyar bin. Gelo ew jin bi hişmendiya mêran, ol an jî bi hişmendiya sîstema desthilatdar tev digerin? Jin divê bi rengê xwe tevbigerin. Jin divê ji vê yekê re hişyar bin, ji ber ku bi vê yekê mafên jinan paşguh dikin."

Şîrîn Oso got parastina destkeftiyên şoreşê û jinan ne tenê erka jinên Kurd e, erka tevahî jinên Sûriyeyê ye û ev lê zêde kir: “Li Rojavayê Kurdistanê jinan gelek destkeftî bi dest xistin, ev yek jî bi saya wan şehîdan bû. Erka jinan e ku van destkeftiyan biparêzin. Divê gelê me û jin bi bawerî û qebûlkirin nêzî hev bibin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin. Divê jin xwe berpirsyar bibînin. Her wiha pişgiriya hêzên xwe yên YPJ`ê û Asayîşê jî bikin.”

ANHA