Yekitiya Suryan banga aşkerakirina aqubeta Seîd Melkî kir

Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyeyê rêveberê partiyê Seîd Melkî di salvegera 11`an a girtina wî de bi bîr anî.

Yekitiya Suryan banga aşkerakirina aqubeta Seîd Melkî kir
Yekitiya Suryan banga aşkerakirina aqubeta Seîd Melkî kir
Yekitiya Suryan banga aşkerakirina aqubeta Seîd Melkî kir
Yekitiya Suryan banga aşkerakirina aqubeta Seîd Melkî kir
Yekitiya Suryan banga aşkerakirina aqubeta Seîd Melkî kir
Yekitiya Suryan banga aşkerakirina aqubeta Seîd Melkî kir
16 tebax, 2024   22:57
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Meclisa Mîsmarîn a Neteweyî tev li çalakiya xwe ku Partiya Yekitiya Surya a ji bo bîranîna rêveberê girtî Seîd Henna Melkî li dar xistiye. 

Melkî 12`ê Tebaxa 2013`an li balafirgeha Qamişloyê ji aliyê hikumeta Şamê ve hate girtin.

Endama Meclisa Mîsmarîn Nazîra Gewriye axivî û behsa taybetmendiyên Melkî kir. Dûre sinevizyonek têkildarî jiyana Melkî hate pêşandan.

Di dawiya çalakiyê de endama Meclisa Partiyê Mariya Henna daxuyaniya meclisê xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji 2013`an ve agahî ji Melkî nayê girtin û hikumeta Şamê ti agahiyên der barê aqubeta wî de nade. Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê hate kirin ku aqubeta Melkî û gelek girtiyên din ên ji ber aşkerakirina rastiyê hatine girtin, aşkera bike.

(şx)