ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 - 8 - 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 - 8 - 2024
17 tebax 2024   02:00

Şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku ew ê her tim li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 ‘Armanca êrişên dualî têkbirina Rêveberiya Xweser e’ Hevseroka Meclisa Bajarê Girê Spî Fedîla Mihemed têkildarî êrişên hevxwet ên hêzên girêdayî hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker, diyar kir ku ji van êrişan armancên hevbeş hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Şêniyan xwest hesab ji êrişkarên li Dêrazorê bê pirsîn Şêniyên bajarê Şedadê êrişên li ser kantona Dêrazorê şermezar kirin û got divê hesab ji êrişkaran bê pirsîn.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Endama Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê Sûad Hiso, destnîşan kir ku axaftinên radeyarên PDK’ê yên Êzidiyan dikin hedef, rêya feraseta dewleta Osmanî ya komkujî bi serê Êzidiyan anîne, vedikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Siyasetmedar Mistefa Qeleçî anî ziman ku aliyên destwerdanê li aloziya Sûriyeyê dikin li gorî berjewendiyên xwe herêmê bi rê ve dibin. Mistefa Qeleçî anî ziman ku diyaloga Rêveberiya Xweser û Şamê pêwîstiyeke nîştimanî ye.

 Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê piştgirî ji hemleya "Na ji darvekirinê re" nîşan dide. Li navenda PYD'ê ya taxa Kornîş a bajarê Qamişlo. Saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Şêniyên bajarê Hesekê şervanê QSD'ê şehîd Fecir Ehmed Omer li goristana şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Şêniyên Reqayê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Xezal Şêx Elî li goristana şehîdan oxir dike. Saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Desteya Jinan a kantona Cizîrê komcivînek bi navê "Xurtkirina têkoşîna jinan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de" li hola Zana ya Qamişlo li dar dixe. Saet di 17:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN