25 milyon dolar ji bo qîrkirina rêyan hatiye veqetandin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo qîrkirina rêyên sereke yên di navbera bajar û kantonên herêmê de budceya nêzî 25 milyon dolar veqetandiye.

25 milyon dolar ji bo qîrkirina rêyan hatiye veqetandin
25 milyon dolar ji bo qîrkirina rêyan hatiye veqetandin
25 milyon dolar ji bo qîrkirina rêyan hatiye veqetandin
25 milyon dolar ji bo qîrkirina rêyan hatiye veqetandin
20 tîrmeh, 2025   07:25
REQA

Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên qîrkirina rêyên sereke yên herêmê ji bo hêsankirina çûn û hatina di navbera bajar û bajarokan de, didomîne.

Hevseroka yekitiyê Stêra Murad ji ajansa me re li ser girîngiya van projeyan axivî.

Stêra Murad diyar kir ku di dema pêş de ew ê projeya qîrkirina rêya Qamişlo - Dêrikê ku wekî projeya herî mezin tê naskirin bidomîne û got: "Lêçûna vê projeyê nêzî 32 mîlyon dolar e. Dirêjiya rêrê 90 kîlometreyan e. Heta niha bi dirêjiya 20 kîlometreyan 150 hezar metredam kîlometre hatiye kolandin."

Stêra Murad wiha domand: "Ji qonaxa binê qonaxa esasê 148 hezar metredam hatiye amadekirin û 30 hezar metredam ji qonaxa esasê ya kevirî hatiye amadekirin. Heta niha jî 22 derbasgeh hatine avakirin, mane 7."

Li gorî plansaziya yekitiyê ya ji bo vê projeyê re, Stêra Murad diyar kir ku wê îsal 40 kîlomtere ji rê bi budceya 9 milyon û 232 hezar dolar were qîrkirin. Ev budce li van rêyan tê dabeşkirin; 20 kîlometre ji Dêrikê ber bi Qamişloyê ve û 20 kîlometere ji aliyê Qamişloyê ber bi Dêrikê ve. Lê heta niha 4 kîlometre hatiye qîrkirin û xebat didome.

PROJEYA RÊYA REQA - KERAMÊ

Stêra Murad diyar kir ku lêçûna vê projeyê 5 mîlyon û 553 hezar û 680 dolar bû. Rê bi dirêjiya 7.2 kîlometreyan hat amadekirin û qîrkirin. Ji bo wê 5 hezar û 600 metredam qîr hat bikaranîn û peyarê jî hatin amadekirin.

PROJEYA RÊYA TIL BIRAK - TIL HEMÎS

Vê projeyê dest pê kiriye, çaverê ye 29 hezar û 400 metredam qîr were bikaranîn û lêçûn wê nêzî 4 mîlyon û 750 hezar û 550 dolar e."

PROJEYÊN PÊŞEROJÊ

Stêra Murad got yekitî ji gelek projeyên di dema nêzîk de amadekariyê dike. Ew proje wekî rêya Mezarê - Tebqa, rêya Reqa - Hezîma, rêya Kobanê - Sirîn û rêya Kobanê - Şiyûx.

(mh)

ANHA

hesekê

qamişlo