Panoramaya Hefteyê: Êrişa berfireh li dijî Siwêdayê û mezinbûna gefa terorê

Di rojnameyên Erebî de bûyerên li Siwêdayê wekî êrişa berfireh û tam a ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komên wê yên cîhadî ve ya li dijî pêkhateyên Siwêdayê pênase kirin. Rojnameyan diyar kir ku gefa terorê li seranserî cîhanê mezintir dibe. Hemwextî wê jî Îran û Îsraîlê hewl didin hêz û hegemoniya xwe ya herêmê mezin bikin.

Panoramaya Hefteyê: Êrişa berfireh li dijî Siwêdayê û mezinbûna gefa terorê
20 tîrmeh, 2025   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên hefteya borî rewşa li Siwêdayê, metirsî û gefa terorê li cîhanê û aloziya Îran û Îsraîlê xistin rojeva xwe.

ÊRIŞA SIWÊDAYÊ

Rojnameya "Indipendent Arabia" diyar kir ku bûyerên li Siwêdayê ne tenê pevçûnên ewlekarî yan jî yên leşkerî bûn, lê belê ew êrişên dijminane yên li dijî kêmneteweyan in û ji komkujiyên li perava Sûriyeyê ne dûr in.

Rojnameyê ew bûyer wekî êrişa berfireh û tam a bi dîmen û wêne pênase kirin.

Hat diyarkirin ku tiştê herî metirsîdar ew e ku hişmendiya cîhadî kontrola xwe ya li ser çekdaran bidomîne. Rojnameyê pirsî: "gelo hîna piraniya Sunnî desthilatdar e yan êdî biryar di destê komeke cîhadî ya selefî ye ku li dewletê kontrol dike? Gelo ka nûnertiya pêkhate û taîfeyên Sûriyeyê di rêveberiya nû de?"

Hat destnîşankirin ku tunebûna projeyeke nîştîmanî rê li ber rûdana şer û aloziyan vedike nexasim ku Îsraîl bi îdiayên xwe yên parastina Durziyan dixwaze berjewendiyên xwe pêk bîne.

Rojnameyê dît ku çareseriya herî guncaw dewleta edilane û demokratîk e.

GELO KOM TUNDREW MIRINE... AN DÊ JI GORÊN XWE RABIN?

Rojnameya El Şerq El Ewsat bal kişand ser berdewamiya xetereyên komên îslamî yên çekdar, hem Sunnî û hem jî Şîe, li herêmên cûda yên cîhanê. Li gorî rojnameyê, gotina ku "komên tundrew bi dawî bûne" ne rast e û diyar kir ku ew nêrînên dibêjin komêmên tundrew "wek DAIŞ an komên Şîe yên çekdar" bi dawî bûne, nêrîneke seranser e, saf e yan jî rewşê baş nabînin. Rojnameyên behsa hewldanên çeteyên DAIŞ'ê û yên mîna wan, "wek Ensar El Sunna El Cedîda", ji bo vegera Iraq û Sûriyeyê kir û da zanîn ku herêm bi rastî ji vê tehdîdê xilas nebûye, lê belê niha dîsa bûye cihê vejîna van koman.

Rojnameyê ku cih daye anketên der barê Terorîzma Cîhanî de destnîşan kir ku ev dane diyar dikin ku ji 10 welatên ku herî zêde ji terorîzmê bandor bûne, 6 ji wan welatên Afrîkî ne, di serî de Burkina Faso (di sala 2024'an de zêdetirî hezar û 500 kes hatin kuştin).

ÎRAN Û ÎSRAÎL...Û NÊZÎKBÛNA VEBIJARKA ŞER

Rojnameya El Xalîc der barê têkiliyên Îsraîl û Îranê de nirxandin kir û wiha hat gotin " Têkiliyên di navbera Îran û Îsraîlê de tenê bi rêya prensîba hevsengiya hêzê dikarin werin fêmkirin; her yek ji wan hêzan modelek dewletekê temsîl dike, dixwazin bandora xwe li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Kendava Erebî ku dilê hevsengiya herêmî ye, xurt bikin."

Rojnameyê bal kişand ser vê yekê ku şerê dawîn û gefên leşkerî yên beriya wî, nakokiyeke mezin a li ser jinûve sazkirina hevsengiya hêzan nîşan dide. Hate diyarkirin ku Îran hewl dide kapasîteya nukleerî bihêz bike ku gefan li Îsraîlê dixwe.

Li gorî rojnameyê, Îsraîl bi piştgiriya Amerîkayê hewl dide modelek "aştiya hêzê" ferz bike ku rê li ber derketina her hevrikekî nukleerî ya herêmî bigire. Ji ber "kompleksa Thucydides" jî vebijêrka şer anku, tirsa ji derketina hêzek nû ku dikare gefê li hêza serdest bixwe, vekirî dimîne.