Barê wê ji temenê wê mezintir e

Meryema biçûk, mîna bi hezaran zarokên ji bajarê Hesekê galoneke avê ya ji xwe mezintir li kolanên ziwa hildigire. Ya Meryemê tenê çîrokek e, lê wekî wê bi hezaran zarok li şûna xewnên xwe radihijin galonên avê.

Barê wê ji temenê wê mezintir e
Barê wê ji temenê wê mezintir e
Barê wê ji temenê wê mezintir e
Barê wê ji temenê wê mezintir e
20 tîrmeh, 2025   06:15
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di germahiya dijwar a bajarê Hesekê de, zarokeke 15 salî a bi navê Meryem radiweste, serê xwe bi şerpeke tenik pêçaye, bi hemû hêza xwe hewl dide galoneke ava giran rake. Çavên wê bi westan û israra bidestxistina avê dagirtî ne, destê wê yê piçûk jî galonê digire mîna ku jiyana tevahiya malbatekê hilgire.

Li pişt Meryemê, 2 zarokên kurîn radiwestin, yek ji wan galona xwe ji depoyeke avê ya ku ji hêla Rêveberiya Xweser û rêxistinan ve li kolaneke Hesekê ve hatiye bicihkirin, dadigire.

Zarokê din xwe ditewîne da ku galona avê hilgire. Hemû jî ji heman karî westiyane, her çend ev kar ne yê temenê wan ne jî, lê ew destpêşxeriyê dikin da ku ji tîbûnê birevin.

Ev zarok ne di rewşeke demkî yan serpêhatiyek havînê de ne, lê di têkoşîneke rojane de ne ku ew bi salan vê êşê dibînin heta ku fêr jî bûne, ji dema ku bajarê Hesekê ji avê bê par maye.

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 2019’an de, stasyona Elok ku çavkaniya sereke ya avê ye hate girtin, bi vî awayî av ji mafekî mirovan veguheriye kaxezeke dan û standinên siyasî.

Niha jî zêdetirî milyonek û nîvek mirov li Hesekê û gundewarên wê li himber tîbûnê ne, bêyî ku dengekî navneteweyî vê yekê şermezar bike yan jî zextê ji bo çareseriyekê li wan bike.

Meryem hin caran 3-4 saetan li benda dora xwe dimîne û bi dengekî bêguneh dibêje: "Heke ez nikarim avê hilgirim, ez ê destvala vegerim.”

Meryem û her du zarokên li pişt wê nimûnenin ji bo bi hezaran zarokên ku tiştekî li ser siyasetê nizanin, ew rêya ber bi avê ji dersên yên dibistanê baştir dizanin.

Mîna zarokên din, Meryem lêvên xwe dişidîne da ku erebeya galonan bikişîne, di nav kolanên tijî mirovên tî û dîwarên derizî de ku bê deng li lingên zarokên ku li ser zîftê dişewitin, temaşe dikin.

Ev dîmen her ku diçe zêdetir dibe; qerasên zarokan erebeyên hesinî yên giran li kolanên hejar û vala diajon, ji bo tiştekî ku divê nexwazin jî xwêdanê didin, ew jî av e.

(ac)

ANHA