Yekitiya Şaredariyan ji bo projeyên xwe yên 2025’an civînek organîze kir

Yekitiya Şaredariyan a Dêrazorê di civîna xwe de girîngî da pêkanîna projeyên sereke yên 2025’an, zêdekirina hejmara karkeran, tamîrkirina alavan û peydakirina rêbazên nû ji bo lezkirina pêkanîna projeyan.

Yekitiya Şaredariyan ji bo projeyên xwe yên 2025’an civînek organîze kir
Yekitiya Şaredariyan ji bo projeyên xwe yên 2025’an civînek organîze kir
Yekitiya Şaredariyan ji bo projeyên xwe yên 2025’an civînek organîze kir
Yekitiya Şaredariyan ji bo projeyên xwe yên 2025’an civînek organîze kir
Yekitiya Şaredariyan ji bo projeyên xwe yên 2025’an civînek organîze kir
17 hezîran, 2025   17:35
DÊRAZOR

Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê ji bo nîqaşkirina mekanîzmayên bicihanîna projeyên xizmetguzarî yên sala 2025'an li bajar û bajarokên kantonê û amadekariya projeyên 2026'an civînek li dar xist.

Di civîna ku li hola Şaredariya Gel a bajarê Hecînê hat lidarxistin de, hevseroketiyên şaredariyên herêmê, komîteyên darayî, nivîsgehên pîşeyî û endamên nivîsgehên jinan ên şaredariyan amade bûn.

Di civînê de şêwirmendê Yekitiya Şaredariyan Elî Elî bal kişand ser girîngiya pêkanîna mekanîzmayên birêxistinkirî yên ji bo bicihanîna projeyên xizmetguzarî, wekî başkirina xetên avê, rê û çavdêrkirina firan û projeyên din ên dikevin nava hewcedariya şêniyan.

Di nîqaşan de hat diyarkirin ku li gorî derfetên darayî divê projeyên herî girîng bên pêkanîn. Ji bo projeyên îsal nêzî 12 mîlyar dolar hatine veqetandin. Li kêlek wê jî di civînê de li ser xurtkirina şiyanên şaredariyan bi rêya zêdekirina karkeran, tamîrkirina alavan, dabînkirina rêbazên nû yên lezkirina pêkanîna projeyan bi kalîteyek baş, axaftin hatin kirin.

Li kêlek plansaziya projeyên 2026’an, di civînê de nîqaşên li ser karê rojane yê şaredariyan weke belavkirina karkeran, şopandina komîteyên jîngehê, destpêkirina hemleyên paqojiyê hatin kirin.

Ev civîn di çarçoveya xurtkirina geşepêdana xwecihî û pêşxistina rewşên jiyanî yên şêniyan de hat lidarxistin.

(mh/fr)

ANHA