Temenê biçûk hunera mezin

Merva hîn 13 salî ye, lê xwe di nava hunerek ji temenê xwe mezintir de dîtiye. Ev 5 sal in stranên dengbêjiyê dibêje.

Temenê biçûk hunera mezin
18 hezîran, 2025   06:15
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo malbatek koçber a ji Efrînê. Di malbatê de tevlî êşên koçberiyê jî, heskirina ji jiyanê serwer e. Ji bav heta zarok, bi awayekî amatorî hunermendiyek heye. 

Di malbatê de ya herî zâde balê dikişîne, zaroka bi navê Mêrva ya 13 salî ye. Di vî temenê xwe de wekî dengbêjan distirê. Belkî jî serpêhatiyên malbatê ew kijandiye nava cîhana dengbêjiyê. Nexasim Kurdan xweşî û nexweşiyên xwe jî bi dengbêjiyê anîne ziman.

Li gorî ku Mêrva dibêje, hin salên destpêka jiyana xwe de dayika wê her tim li cem wê stran gotine. Ew jî pê bandor bûye û dest bi guhdarkirina stranên Kurdî kiriye. Di 8 saliya xwe de jî stranên dengbêjiyê yên ji ber kirine gotine. Dayik û bav jî destek daye.

Malbata ku di dema dagirkirina Efrînê (2018) de koçber bûye, destpêkê hatiye Kobanê. Mêrva li vir dibistan xwendiye û di navberê jî dersên muzîkê dîtine. Li kêleka dengbêjiyê, lêxistina kemanê jî fêr bûye.

Çend meh beriya niha malbat hatiye Qamişlo. Mêrva li vir dengbêjiya xwe didomîne. Her wiha li kemanê dixe.

Mêrva stranên wekî “Têlî, Cembelî, Sînano û hwd.” dibêje û piştre vana li ser hesaba xwe ya medya dijîtal belav dike.

Bavê Mêrva, piştî dengêjiya wê û heskirina ji muzîkê, wî jî dest bi fêmbûna tembûrê kiriye. Her wiha destek dide keça xwe. Strana ku Mêrva di 8 saliya xwe de gotiye jî, qeyd kiriye.

Mêrva ku niha refa 8’an xilas kiriye, dibêje ku ew dixwaze li kêleka hunera xwe, bijîşkiyê bixwîne û bibe dixtorek.

(a)

ANHA