Yekitiya Rewşenbîran semînerek li ser zimanê Kurdî da

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, li ser girîngiya zimanê Kurdî semînerek da û banga pêşxistin û parastina zimanê Kurdî kir.

Yekitiya Rewşenbîran semînerek li ser zimanê Kurdî da
Yekitiya Rewşenbîran semînerek li ser zimanê Kurdî da
Yekitiya Rewşenbîran semînerek li ser zimanê Kurdî da
Yekitiya Rewşenbîran semînerek li ser zimanê Kurdî da
Yekitiya Rewşenbîran semînerek li ser zimanê Kurdî da
Yekitiya Rewşenbîran semînerek li ser zimanê Kurdî da
Yekitiya Rewşenbîran semînerek li ser zimanê Kurdî da
17 gulan, 2025   23:25
HESEKÊ

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê li Baxçeyê Xwendinê yê taxa Til Hecer a bajarê Hesekê semînereke li dar xist.

Ev semîner ji aliyê nivîskar û dîroknas Salihê Heydo ve, bi amadebûna wêjevan, rewşenbîr, kesên girîngiyê didin ziman û çandê, hat birêvebirin.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê mamoste Salihê Heydo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî ku yek ji stûnên saxlem ên nasnameya neteweyî ye. Her wiha Heydo rihên ziman ên dîrokî û astengiyên li pêşberî ziman digel siyasetên paşguhkirin û çewisandina sîstematîk de nirxandin.

Heydo di dirêjahiya axaftina xwe de tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina zimanê kurdî li ser asta akademîk, civakî û pêşxistina bikaranîna wî di saziyên perwerdeyî û çandî de kir û got parastina ziman berpirsiyariya  hemûyan e.

Heydo anî ziman ku şewitandin û winakirina gelek pirtûkên dîrokî yên Kurdî hişt ku gelek mufredat û têgeh winda bibin, lê divê rewşenbîr xwedî berpirsiyariya lêgerîn û lêkonîna van mufredatan bin û zindî bikin.

Her wiha Salihê Heydo behsa zehmetiyên ku di belgekirina kevneşopiya cil û bergên Kurdî de rû bi rû maye kir û got: "Ji ber astengiyên tund ên wê demê li dijî jinan, min gelek zehmetî di berhevkirina wêne û dîzaynên moda Kurdî de kişandin, lê min dev jê berneda heta ku min karî arşîveke taybet bi her eşîreke Kurd re belge bikim."

Di dawiyê de beşdaran nêrînên xwe gotin û girîngî da zêdekirina çalakiyên çandî û zimanî ji bo geşekirina zimanê Kurdî di jiyana rojane de.

(aq/fr)