Kesayeta welatparêz Beşar Hemo Xatê di 74 saliya xwe wefat kir
Kesayeta welatparêz Beşar Hemo Xatê, piştî rêwîtiya xwe ya tije dayîn û têkoşîna di oxira doza Kurdî de, di 74 saliya xwe de koça dawî kir.

Vê êvarê, li Nexweşxaneya Gel a Hesekê kesayeta welatparêz û civakî ya bi navê Beşar Hemo Xatê (Ebû Mûsa) di 74 saliya xwe de koça dawî kir.
Ebû Mûsa ji malbateke Kurd a welatparêz û têkoşer e, ji kesayetên di nava civakê de dihat hezkirin e, ji alîgirê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê bû.
Ebû Mûsa bi rola xwe ya xurtkirina têkiliyên dîrokî di navbera gelê Kurd û gelên din ên herêmê de, naskirî bû. Ji bangawazên parastina ewlehî û aştiya civakî bû û diyalog weke rêbaza çareserkirina nakokiyan didît, bi taybet li kantona Cizîrê û rojavayê Kurdistanê. Di parastina doza Kurdî li Sûriyeyê û li tevahî parçeyên Kurdistanê de xwedî helwestên birûmet bû.
Di peyama sersaxiyê ya Partiya Çep a Kurdî li Sûriye de, partiyê sersaxî da eşîra Badilî û Al Xatî û tevahî hezkiriyên wî.
(fr)