ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18- 5 – 2025

Şêniyê kantona Cizîrê piştgirî da encamên Kongreya 12`emîn a PKK`ê û destnîşan kir ku ew gavên tên avêtin bi hêviya serkeftinê ne û got “Rêbertî rêberê me ye, me rastî û xweşî jê dîtiye. Lewma em ê her bi bang û xwesteka wî re bin.”
18`ê Gulanê di dilê gelê Kurd û Tirk de sembola berxwedan û têkoşîna şoreşgerî ye. Tevgera Azadiya Kurdistanê ev roj wek roja şehîdan destnîşan kir da ku bibe mîraseke dewlemend a têkoşînê.
"Ev herêm ne girêdayî me ye" bi vê hevokê, serokwekîlê veguhastina mamosteyan di Mûdîriyeta Perwerdê ya Helebê ya desthilata Şamê de sedema redkirina bi dehan xwestekên mamosteyan, ji bo ku di dibistanên Efrînê de kar bikin, bersiv da.
Nebûna baranê û qutkirina ava çema Ceqceq ji hêla dewleta Tirk ve hişt ku bîrên li herêmên fireh ên gundewarê Til Birakê hişk bibin û wê jî krîzeke kûr çêkir. Şêniyan daxwaz kir ku xetên avê bigihînin gundan an jî tankerên avê peyda bikin.
Berdevka Elewiyan diyar kir ku komîteya lêkolînkirina rastiyan ne bêalî ye û jî durist e û got: " avakirina vê komîteyê hewldaneneke ji veșartin û nixumandina komkujyan û kuștinan e û derbaskirina demê ye."
Di hefteya borî de pêşdeçûnên balkêş li qadên herêmî û navneteweyî çêbûn. Di van pêşdeçûnan de mijarên sereke ku hatine destgirtin, kongreya 12’emîn a PKK’ê û serdana serokê Amerîkayê Donald Trump li Kendavê bûn.
Komîteya Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li kantona Firatê navendeke xwe li Kobanê vedike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN
Xelkê kantona Tebqa ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li taxa yekemîn a bajêr meşekê li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN
Radyoya Dicel FM salvegera damezrandina xwe ya 5’an li navenda xwe ya Dêrikê pîroz dike, (15:00). BI WÊNE Û DÎMEN
Bi boneya "Roja Şehîdan" ku dikeve 18’ê Gulanê li gelek bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên curbicur tên lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN