Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê şevbuhêrkeke wêjeyî li Hesekê li dar xist

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê şevbuhêrkeke wêjeyî li bajarê Hesekê li dar xist. Tê de çîrok, helbest û rexneyên wêjeyî hatin xwendin.

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê şevbuhêrkeke wêjeyî li Hesekê li dar xist
Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê şevbuhêrkeke wêjeyî li Hesekê li dar xist
Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê şevbuhêrkeke wêjeyî li Hesekê li dar xist
Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê şevbuhêrkeke wêjeyî li Hesekê li dar xist
2 tebax, 2025   23:46
HESEKÊ

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê şevbuhêrkeke wêjeyî li Parka Xwendinê ya bajarê Hesekê li dar xist. Tê de akademîsyen, nivîskar û hezkiriyên wêjeyê amade bûn.

Di serî de wêjevan û çîroknivîs Mihemed Baqî Mihemed çîrokek bi navê "El Ewraq El Mubasera" xwend.

Piştre helbestvan Hena Dawûd kurteçîrokek li ser zehmetiyên ku li pêşiya jinan derdikevin xwend.

Helebstvan Ehmed Ebdureûf jî helbestên li ser sarbûna hestan li hemberî dijwariya jiyanê xwendin.

Di dawiyê de nivîskar û rexnegir Ebdulwehab Pîranî nivîsên ku hatine xwendin analîz kir û girîngî bi handana ciwanan ji bo amadebûna di çalakiyên wiha de, da.

(mh)

ANHA