Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Siûd Xelef oxir kir

Bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê şervanê HXP'ê şehîd Murad (Siûd Xelef) li pakrewangeha şehîd Rustem Cûdî oxir kir.

Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Siûd Xelef oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Siûd Xelef oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Siûd Xelef oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Siûd Xelef oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Siûd Xelef oxir kir
Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Siûd Xelef oxir kir
2 tebax, 2025   23:41
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê (HXP) şehîd Murad (Siûd Mihemed Emîn Xelef) ku di 31'ê Tîrmehê de di dema pêkanîna erkê xwe de şehîd bû, li pakrewangeha şehîd Rustem Cûdî oxir kir.

Di merasîmê de şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl, meclis, komîn, tevgerên ciwanan û jinan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Di serî de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Hemîd Meîş soza şopandina rêya şehîd dubare kir.

Piştre endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Amûdê sersaxî da malbata şehîd û soza domandina rêya şehîdan dubare kir.

Bi navê malbata şehîd, pismamê wî Mihemed Xelef jî soza parastina destekftiyên şehîdan û pêkanîna serkeftinê dubare kir.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û ji malbata wî hat radestkirin. Piştre cenazeyê hat oxirkirin.

(mh)

ANHA