QSDˊê bersiva îdiayên Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz da

QSDˊê diyar kir ku "komên nedîsplînkirî" ên ku di nava hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de dixebitin li eniyên şer bi ser herêma Dêr Hafirê ve şantaj û binpêkirinên xwe berdewam dikin û bersivdana êrişên wan di çarçoveya mafê rewa de ye.

QSDˊê bersiva îdiayên Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz da
3 tebax, 2025   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di saetên derengiya şeva duh de, der barê êrişa komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî gundewarê bajarê Dêr Hafir de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê ev agahî hatin parvekirin:

"Hêzên me li hember êrişên dijî Dêr Hafir mafên xwe yên parastina rewa bi kar anîn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îdiayên li ser zimanê "Rêveberiya Ragihandinê û Peywendiyan a Wezareta Parastinê ya hikumeta Sûriyeyê" hatine kirine ku nuqteyên wan ji hêla hêzên me ve rastî êrişekê hatine, red dike. Berevajî wê "komên nedîsplînkirî" ên girêdayî hêzên hikumeta Sûriyeyê şantajkirin û binpêkirinên li eniyên şer ên bi ser herêma Dêr Hafir ve berdewam dikin. Şeva berê wan koman bi zêdetirî dehan topan herêmên şênî lê hene topbaran kirin. Hêzên me jî mafê xwe yê xweparastinê bi kar anîne û bersiv da cihên jê top hatine avêtin. 

Hewlên "Wezareta Parastinê" yên guhertina rastiyan û xapandina raya giştî nakevin xizmetî ewlehî û aramiya welat. Hêzên me li hember êriş û şantajkirinên dubare yên van koman xwe radigirin. Hêzên me tevgerên wan koman ên kolandina xendekan û anîna çekdaran şopandin. Ev yek niyeta wan a rageşiyê nîşan dide.

Em di demekê de diyar dikin ku pêwîstî bi rêzgirtinê li hember agirbestê heye, em bang li saziyên eleqedar ên hikumeta Sûriyeyê dikin ku bi berpirsiyartiya xwe rabin û wan komên nedîsplînkirî yên ku di bin kontrola wê de dixebitin kontrol bikin."

(fr)

ANHA