Yekitiya Peymankaran konfransa xwe ya 4`emîn li dar xist

Yekitiya Peymankarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qamişloyê konfransa xwe ya 4`emîn li dar xist.

Yekitiya Peymankaran konfransa xwe ya 4`emîn li dar xist
Yekitiya Peymankaran konfransa xwe ya 4`emîn li dar xist
Yekitiya Peymankaran konfransa xwe ya 4`emîn li dar xist
Yekitiya Peymankaran konfransa xwe ya 4`emîn li dar xist
Yekitiya Peymankaran konfransa xwe ya 4`emîn li dar xist
22 kanûn, 2025   14:45
QAMIŞLO

Yekitiya Peymankarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bajarê Qamişlo konfransa xwe ya 4`emîn bi dirûşma “Peymankar avakerên şaristanî û aboriyê ne” li Hola Sînaa ya li Qamişloyê li dar xist.

Li konfransê endamên Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM), nûnerên ji Şaredariyên Gel, Desteya Aborî, nûnerên ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Desteya Cotkaran hazir bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Mekteba Rêxistinî Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) ya Qamişloyê Hisên Welo axivî û bixêrhatina haziran kir û anî ziman ku bi saya û xwîna şehîdan îro hebûna wan dide xuyakirin û nîşandan. Her wiha hêviya serkeftinê û biryardayîna sûdewer were girtin, xwest.

Piştre ji aliyê hevserokê Yekitiya Peymankarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebd El Kerîm Kosa ve rêziknameya Yekitiya Peymankaran hate xwendin.

Dûre ji aliyê hevserokê Yekitiya Peymankarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Qamişloyê Hamid Remedan rapora 2 salan hat xwendin û nîqaş li ser hate kirin.

Di konfransê de 5 endam ji bo meclisê hatin hilbijartin ên bi navê Hamid Remedan, Ristem Hesen, Ebd El Rehman, Tariq Silêman û Behzat Mihemed ji wan jî yek ji bo berdevkiyê hate bijartin ew jî Ebd El Rehman e.

Ev yekitî sala 2013`an hatiye avakirin.

(re)

ANHA